ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2020’AN

  • 09:00 25 Nîsan 2020
  • Rojev
*Jina bi navê Belqîs Newal Bin-Xelîfa ji dewleta Cezayirê ye. Ji ber hezkirina xwe ya çanda erebî nexşeyên hunera xetên erebî xêz dike û di xebatê xwe de hebûna xwe dibîne. Belqîs dibêjê: "Hezkirina min  a ji çanda min ya erebî re, hişt ku ez di hunera nexşandina xetên erebî de pêş bikevim. Bila jin xeyalên xwe sînordar nekin, destên jinê afrîner e, dikare her xweşikbûnê ava bike û bide jiyanê." DÎMEN HEYE
 
*Berdevka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Qamişloyê Menal Mihemed Emîn, derbarê projeya komîteyê  ya 'Dibistana malê' ji bo zarokên ku ji ber Vîrûsa Koronayê di betlanê de ne got: "Ji bo zarokên me pêdiviyên xwe yên ji bo xwendinê bigirin, demên xwe di malê de vala derbas nekin û xwe baş hîs bikin ku li dibistanên ne, projeya me ya Dibistana Malê gaveke erênî bû. Em bi hêvî ne ku dibistanên me bi ken û tevgera zarokên me dîsa geş bibin." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Zelal Ceger geşedanên dawî nirxand û got: "Dewleta tirk Vîrusa Koronayê ji bo rantên xwe bi kar tîne. Ev qeyrana ku derketiye nêzikatiya pergala kapîtalîzmê ye û jiyana mirovan dike nava xeteriyê. Ji bo rêber Apo û girtiyên zindanan divê tedbîr bên girtin û hevdîtin bi wî re were çêkirin.” BI DÎMEN
 
*Hevseroka DÎSK'ê ya Şaxa 2'yem ya Amedê Hanîfe Kardaş diyar kir ku di vê pêvajoyê de herî zêde karker mexdûr bûn û her wiha bi taybetî jî jin û got: "Ji bo karkerên ku niha jî dixebitin tedbîrên cidi nehatin girtin û her wiha di serî de jî karkerên jin ji kar hatin derxistin. Ev tişt ji ber polîtîkayên AKP'ê yên mêrantiyê pêk tên."
 
*Parlementera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr anî ziman ger kurd dixwazin di sedsala 21’min de bi ser bikevin divê berî her tiştê yekitiya xwe pêk bînin. Ji ber ku êdî ev yekitî  xeta polîtîk e, mecbûrîtiyek dîrokî ye. BI DÎMEN
 
*Jinên bi kevneşopiya sedsalan li dijî kapîtalîzmê serî hildan û cîhana kozmetîkê hilweşandin sira xweşdkahiyê di axê de dibînin. BI DÎMEN
 
*Berpisa Hiqûqî ya Herêma Akdenîz a Komeleya Ewil Jin û Zarok, parêzer Kubra Turan, balkişand ser xetereyên ku wê pakêta darazê rê li ber vebike û got: “Rayeya dewletê tüne ye ku kesên şîdet pêk anine efû bike. Desthilatdarî hewl dide bi derewan bixapîne.”
 
*Rêvebera Navenda Giştî ya ÇHD’ê û yek ji parêzerên HHB’ê Dîdem Baydar Unsal der barê berxwedana rojiya mirinê ya ku hevjînê wê Aytaç Unsal jî tê de cih digire, de axivî û got: “Helîn Bolek û Mustafa Koçak di temên ciwan de, ji ber daxwazên wan nehatin cih jiyana xwe ji dest dan. Divê em bibin denge berxwedêrên rojiya mirinê.”
* Xebatkarên jin ên Radyoya 'Dengê Rojava' armanca êrîşa Çiyayê Qereçoxê, hedefgirtina Radyoya Dengê Rojava û guhertinên ku di nava sê salan de çêbûye, nirxandin û gotin: "Bombebarana Çiyayê Qereçoxê komployeke li dijî vîna hêzên ku bi hezaran kes ji komkujî û qirkirinê parastin, bû. Bi qasî em dengê şervanên azadiyê  ne di heman demê de em dibin dengê jin û civakê jî. Em ê bibin dengê heqîqeta heyî û ji raya giştî re ragihînin." DÎMEN HEYE