Jinên Ciwan ên Êzidî êrîşên li hemberî Mexmûr û Zînî Wertê şermezar kirin

  • 18:11 24 Nîsan 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî bi daxuyaniyek êrîşên li hemberî Wargeha Mexmûrê û Zînî Wertê şermezar kirin û gotin: "Em tu carî bêdeng namînin û em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) êrîşên li hemberî Zînî Wertê bi daxuyaniyek şermezar kirin. Daxuyanî li Serdeşte Çiyayê Şengalê hat dayîn û ji hêla andama YJCÊ Sara Botan ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em wekî Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzîdî û Yekitiya Ciwanên Êzîdî em erîşên ku li hemberî Wargeha Penaberan a Mexmûrê û Zînî Wertê şermezar dikin. 
 
Xwe cihkirina peşmergeyên PDK'ê ya li Zînî Wertê cihê şermezarkirinê ye. Armanca çûyuna peşmergeyên PDK'ê ne ji bo parastina gelên Zînî Wertê ye, ji bo bîrakujî û aloziyê ye. 
 
PDK bi her awayî bi navê parastine diçe, lê derew ê. Ev yek minakê wê me li Şengalê di dema fermanê de me dît. Li Xanesorê erîş kirin û  şahadet çêbûn. Em wek jinên ciwan ên Êzidî êrîşên ku hatiye kirin û şirîkatiya wê ya bi dewleta Tirk rê li ber komkujiyek din vedike. Em vê şermezar dikin. Em tu carî bêdeng namînin û em ê bêdengî beramberê komkujî qebûl nakin. Em wek jinên ciwan em ê her têbikoşin."