Ji ber çeka takekesî zarokekê jiyana xwe ji dest da

  • 16:32 24 Nîsan 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Qoserê şer di navbera du malbatan derket û ji ber çeka takesekî zarokekê jiyana xwe ji dest da. 
 
Li Kuçeya Ataturk a Qosera Mêrdînê di navbera du malbatan de pevçûn derket û piştre veguhest pevçûna bi çekan. Di kêliya pevçûnê de ji ber çeka takekesî zaroka 16 salî ya bi navê Berfîn Çalgici jiyana xwe ji dest da. Berfîna ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê jiyana xwe ji dest da. 
 
D.Onen ê ku hat îdiakirin di dema pevçûnê de mala malbata din şewitandiye hat binçavkirin.
 
Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.