Kongreya Star: Hemû komkujiyên li ser cîhanê sûcê mirovatiyê ye

  • 15:24 24 Nîsan 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyek nivîskî  qurbaniyên komkujiya Ermeniyan bi bîr anî.
 
Derbarê salvegera komkujiya Ermeniyan de Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyek nivîskî qurbaniyên komkujiya Ermeniyan bi bîr anî û diyar kir ku ew  bi navê Kongreya Star  kesên ku bûne qurbaniya vê komkujîyê û ji malbatên wan re dibêjin serê we sax be û têkoşîn û berxwedana ku heye rêya wê serkeftin e.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Îro Salvegera Ermeniyan e, ya ku 24’ê Nîsana 1915'a de qewimî. Dewleta Osmanî bi hovitiya xwe û bi qetliyamên ku kirine bi tecawiz, revandin û kuştinê xwestiye van gelan, qir bike û gelên qedîm ên heremê tune bike. Tenê hejmarek kêm dikaribûn xwe rizgar bikin û xwe bispêrin heremên hawirdor. Wan kesan jî her xwestin ku dengê van komkujiyan û qurbaniyan bin, da ku bikaribin mafe wan biparêzin.
 
Bi hewildanên ku ev komkujî wek komkujiyek fermî  li tevahî cîhanê were naskirin, heta îro ev hewildan didome. Hejmarek kêm ya dewletên derve ya cihanê heta roja îro van komkujiyan bi rengekî fermî nas kirin. Heta roja îro dewleta Osmanî, dewleta tirk vê înkar dike. Tevî kiryarên dewleta tirk ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriye komkujî pêk tê, hovitiya wê li heremên di bin dagirkeriya Tirkiye, çi li Efrinê, çi li Girê Spî û Serêkaniyê be, ne kêmî vê hovitîya ku berî sedsalî hat kirine.
 
Dema ku mirov vê hovitî û kiryarên wan di xeyalên xwe de derbas dike ji xwe wek kiriyarên DAIŞ'ê ne. Yanî ew terora Osmaniya  ku bi komkujiya ermen û suryanan dest pê kiriye heta roja îro ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam e, li dijî êrîşên dewleta tirk berxwedan û têkoşîna gelan didome.
 
Ji gelên qedim ku îro dixwazin bi rengê reveberiya hevbeş ku hemû pêkhateyên kurd, ereb, suryan, aşûr û ermen ku bi hev re dijîn nav xwe digire û bûne mînak ji bo tevahiya cîhanê. Li ser vê esasê li ser navê Kongreya Star em van kesên ku bûne qurbaniya vê komkujîyê û ji malbatên wan re dibêjin serê we sax be û têkoşîn û berxwedana ku heye rêya wê serkeftin e. Hemû komkujiyên li ser cîhanê sûcê mirovatiyê ye."