Îrem Dinçer ev 24 roj in windayî ye

  • 15:18 24 Nîsan 2020
  • Rojane
OSMANIYE - Îrem Dinçer a li Navçeya Duziçi dijiya ev 24 roj in winda ye. 
 
Îrem Dinçer a 15 salî û li Navçeya Duziçi ya Osmaniyeyê dijiya ev 24 roj in winda ye. Malbata Îremê ya li Kuçeya Çamiçi dijî anî ziman ku ji 1'ê Nîsanê de ye Îremê winda ye. 
 
Hat diyarkirin ku ji bo  Îremê bê dîtin polîs ev 24 roj in xebatê dimeşînin lê hîn li şopa Îremê rast nehatine.