Meclîsa Malbatên Şehîdan derbarê êrîşên dewleta tirk de daxuyaniyek da

  • 14:34 24 Nîsan 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Meclisa Malbatên Şehîdan ya kantona Kobanê kiryarên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê herêma Zînê Wertê bi daxuyaniyekê şermezar kir.
 
Dewleta tirk êrîş û gefên xwe li ser Başûrê Kurdistanê bi taybet ser Zînê Wertê zêde kiriye.  Armanca dewleta tirk ew e ku gengeşî pêk were. Têkildarî mijarê Meclisa Malbatên Şehîdan ya Kantona Kobanê kiryarên dewleta tirk ên ser Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Daxuyanî li Goristana Şehîd Dicle bi beşdarbûna malbatên Şehîdan û gelek kesên din pêk hat. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ronahî Hico ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
”Têkoşîna me ya bi salane li hember koletî û bindestiyê ji bo jiyana bi rûmet û ji bo kurdistaneke azad,  heya asteke bilind bi ser ketiye. Pêwîst e Gelê Kurd bibin yek û li hember dagrkeriyê serî hildin. Divê Gelê Kurd bi lîstokên qirêj neyên xapandin. Di dîrokê de, vî gelî  pir êş kişandiye û êşa herî mezin jî şerê birakujiyê ye.  Êşa ku dayikên me ji bo şerê birakujiyê jiyan, divê dubare nebe. Em di nava pêvajoyeke hesas re derbas dibin ku pêwîst e partiyên kurdî yekîtiya xwe li hember hemû kiryarên êrîş, qirkirin û dagirkeriyê, ava bikin û bibin bersiv ji dijminên Kurdistanê re. 
 
Her roj kiryarên hovane ser herêmên Başûrê Kurdistanê tên meşandin, bi hênceta parastina herêmê ji  belavbûna Vîrûsa Koronayê, kiryarên dijmirovahî li wê herêmê tên kirin. Di demekê de ku tevahî cîhan li dijî vê nexweşiyê re ketiye tevgerê de, dewleta tirk jî ketiya nava tevgera dagirkeriyê. 
 
Banga me ji bo partiya PDK'ê û pêşmergeyên Roj heye ku hêzên xwe ji Zînê Wertê  paşve bikşînin û rê li pêşiya şerê birakujî bigirin. Hêviyên me bi rastiya kurd heye û em ê bi hev re herêmên Kurdistanê ji dagirkerî û kiryarên tirkiyeyê biparêzin. Divê rê li pêşiya van kiryarên tirkiyeyê bên girtin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî yekîtiya kurd","Na ji birakujiyê re" bi dawî bû.