Koordînasyona Krîzê ya Herêmê: Li girtîgehan rîsk mezin dibe

  • 13:49 24 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - Derbarê rewşa girtîgehan de Koordînasyona Krîzê ya Herêmê ya Covîd-19 daxuyaniyek da û got: "Îro rîskek mezin li girtîgehan heye û em bang li raya giştî ya Tirkiyeyê, rêxistinên girseyî yên demokratîk, rêxistinên mafên mirovan, partiyên siyasî û gelê xwe dikin ku berpirsyar bin û bikevin nava hewldanan."
 
Koordînasyona Krîzê ya Herêmê ya Covîd-19 daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser rewşa li girtîgehan. Di daxuyaniyê de Mustafa Koçak ê ku di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dayî hat bibîrxistin û hat diyar kirin ku dikarin bi hêsanî daxwazên wî bi cih binîn. 
 
Daxuyaniya koordînasyonê wiha dom kir: "Heke şewb li girtîgehan belav bibe nikare bê kontrolkirin. Li gelemperiya cîhanê ji ber Covîd-19 li ser girtîgehan heye. Di serî de Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, malbatên girtiyan, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û rêxistinen sivîl û siyasî gelek caran anîn ziman ku divê girtîgeh bên valakirin.
 
Çete û tecawizkar hatin berdan
 
Qanûna înfazê ku weke 'Efûya Çakici' tê naskirin, qanûneke ku bêedaletiyê mezin dike, meşrûiyeta xwe nîne. Bi guhertinekê re mewzûata neteweyî û navneteweyî hat binpêkirin, di serî de çete û tecawizkar hatin berdan. Siyasetmedar, nivîskar û sûcdarên fikrî hatin girtî hatin hiştin û çete hatin berdan. Ev yek jî nîşan dide ku AKP îradeya gel radestî hêzeke mafyayê dike. Bi taybetî bûyerên li girtîgehên Şakran, Bûca û Bafrayê diqewimin nîşan didin ku fikarên me yên li ser pêvajoya Covîd-19 çiqasî mafdar e.
 
malzemeyên paqijiyê bêperê bên dayîn
 
Şewb gefê li girtîgehan dixwe. Divê girtiyên nexweş û temen mezin bên berdan. Ji bo girtiyên nexweş di nava şert û mercên paqij de bên tedawîkirin divê tavilê bên berdan.
 
Malzemeyên paqijiyê bi buhayekî bi 2-3 qatî zêdetir tên firotin. Ev yek hem girtî û hikûmxwaran hem jî malbatên wan mexdûr dike. Pêwîste di vê pêvajoyê de malzemeyên paqijiyê bêpere bên dayin.
 
Lêgerîna li koxûşan nehiqûqî û ne însanî ye. Divê tavilê dest ji vê yekê bê berdan. Zanyar di nava tevdîrên dijî Covîd-19 de balê dikişînin ser girîngiya xwarinê. Lê belê xwarina li girtîgehan welê ye ku mirovên sax jî dikare nexweş bixîne.
 
Hin girtiyên bi nexweşiyên giran li hucreyên yek kesî di tecrîdê de tên hiştin. Ev helwesteke li dijî mirovahiyê ye, divê tavilê bê terikandin. Pirsgirêkên li girtîgehan guhertina qanûnên ceza û TMK dikarin bên çareserkirin.
 
Piştgiriyê bidin malbatên girtiyan 
 
Em bang li gelê xwe, her beşên civakê yên hestiyar û siyaseta demokratîk dikin ku ji bo guhertina van qanûnan bi hişyarî û berpirsyarî tevbigerin. Têkoşîna me ya hiqûqî beşek ji têkoşîna me ya demokratîk e. 
 
Em dixwazin bi taybetî vê yekê ji raya giştî re bêjin: Îro rîskek mezin li ser jiyana bi hezaran girtî heye û ji ber vê yekê jî di rewşeke mezin a metirsîdar de ne. Em bang li raya giştî ya Tirkiyeyê, rêxistinên girseyî yên demokratîk, rêxistinên mafên mirovan, partiyên siyasî û gelê xwe dikin ku berpirsyar bin, piştgiriyê bidin malbatên girtiyan û ji bo bidawîkirina bêedaletiya qanûna înfazê û qanûna têkoşîna li dijî terorê bikevin nava hewldanan."