KCD: Bila meha remezanê aramî û aştiyê bîne

  • 09:58 24 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - KCD'ê têkildarî meha remezanê de diyar kir ku yên ku zilmê dikin kî dibin bila bin, bi kîjan sedeman polîtîkayên zilmê pêş dixin û bi nav dikin bila bi nav bikin, têkoşîna li hemberî zilma wan bê dayîn, divê ji bo her Mislimanekî erka mirovî be.
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi munasebeta meha remezanê daxuyanî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin bila meha remezanê aramî û aştiyê bîne.
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Di pêvajoyek ku mirovahî li hemberî şewba Covîd-19 têkoşînê dide em ketin meha pîroz a Remezanê.  Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hêvî dikin ku meha Remezanê ya ku ji bo alema Îslamê pîroz e bi bereket û tendurist derbas bibe.
 
Meha Remezanê ya pîroz mirovan bi nirxên bingehîn ê Îslamiyetê re tîne rû hev û dibe wesîleya aşitî, xwişk-biratî û piştevaniyê. Mixabin hin desthilatdar bi sedsalane ye ku nirxên ola Îslamê ji polîtîkayên xwe yên zilmê re dikin amûr û bi vî awayî tevahî civaka Rojhilata Navîn veguherandine gola xwînê. Yên ku zilmê dikin kî dibin bila bin, bi kîjan sedeman polîtîkayên zilmê pêş dixin û bi nav dikin bila bi nav bikin, têkoşîna li hemberî zilma wan bê dayîn, divê ji bo her Mislimanekî erka mirovî be.
 
Wekî KCD'ê em careke din dixwazin bi bîr bixin ku ola Îslamê ola aşitî, xwişk-biratî û cihê xweşbiniyê ye. BANGA me ji bo tevahî alema Îslamê ev e; Divê ji niha û şûnve em destûr nedin ku kes nirxên ola îslamê ji bo berjewendiyê xwe neke amûr û bi vî awayî baweriya mirovan îstîsmar neke.  Em dikarin bi felsefeya aşitî, xwişk-biratî û bi xweşbiniya ola Îslamê, li hemberî aqilê desthilatdarên ku Mislimanan li dijî Mislimanan, Kurdan li dijî Kurdan û baweriyên cuda bi hev dide şikandin têkoşînê pêk bînin.
 
Em hêvî dikin ku meha Remezanê ji bo gelê me di nava aşitî, piştgirî û tenduristiyê de derbas bibe. Divê em ji bo xizanên hejmara wan digihêje sedhezaran, mirovên birçî ji bîr nekin û di vê meha pîroz de empatiyê pêk bînin û bêyî kesî biêşînin tora piştevaniyê ava bikin. Bi hêviya ku em kesê pêdiviya wan bi alîkariyê hebe bê piştgirî û ji slava aşitî, xwişk û biratiyê bêpar nehêlin em dixwazin meha Remezanê ji tevahî alema Îslamê re aramî û aşitiyê bîne."