Dayika Rojbîn Perîşan: Em wekheviyê dixwazin

  • 09:11 24 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - Girtiya nexweş Rojbîn Perîşan li girtîgeha Gebzeyê girtî ye. Dayika wê Sevîm Perîşan axivî û got: “Li ku derê cîhanê kesek 28 salan girtî maye gelo? Bi vê qanûnê çawa ku yên din hatin berdan, bila zarokên me jî bên berdan. Em wekheviyê dixwazin.”
 
Piştî bi qanûna înfazê re kar û barên tahliyekirina 90 hezar girtiyên edlî dest pê kir. Ji ber vîrusa korona fikarên li hember girtîgehan her diçe zêde dibin. Malbatan bertek nîşanê qanûnê dan û diyar kirin ku divê qanûn wekhev pêk bê. Dayika girtiya nexweş Rojbîn Perîşan a li girtîgeha Tîpa M ya Gebze ya Kocaeliyê dimîne  Sevîm Perîşan axivî.
 
Sevîmê da zanîn ku gelo wê şertên girtîgehan çiqas  dikarin baş bin û xwest ku girtiyên siyasî jî ji qanûnê sûdê bigirin.
 
Li 5 girtîgehan gerandin
 
Rojbîn Perîşan ya nivîskar ji sala 1992’an girtî ye û gelek pirtûkên wê yên roman û çîrokan hene. Pirtûkên wê ji aliyê gel ve bi eleqeyek mezin tên xwendin. Rojbînê li girtîgehê bi gelek nexweşiyan ket û emelyet bû. Dayika wê Sevîm Perîşan, pêvajoya girtina keça xwe wiha vegot: “Rojbin di 1991’ê de xwendekara Zanîngeha Sêrtê ya Fakulteya Perwerdehiyê bû. Wê demê tevlî PKK’ê bû. Salek şûnde hat girtin. Mehek û 5 rojan di bin çavan de ma. Piştre birin girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Mehek şûnde surgunê Girtîgeha Rihayê kirin. Sê sal şûnde birin girtigeha Sêwasê. Sê sal li wir ma. Di wê navberê de bavê wê jî hat girtin. Bavê wê li girtîgeha Mîdyadê ya Mêrdînê bû. Ew jî birin Wir. Nêzî 11-12 salan li Mîdyadê ma. Herî dawî birin Gebzeyê û hîna li wir e.”
 
‘Li ku derê cîhanê hatiye dîtin?’
 
Sevîmê daxuyakirin ku keça wê du caran hatiye ameleyetkirin û got: “Dem ali Mîdyadê bû carekê hat emelyetkirin. Piştî vê li Gebzeyê emelyet bû. Piştre bi penceşêra malzarokê ket. Malzaroka wê girtin. Em nizanin rewşa wê çawa ye. Rewşa wan çawa ye em nizanin. 28 sale girtî ye. Gelo li ku derê cîhanê mirov 28 sale girtî mane? Bi vê qanûnê bila zarokên me jî bên derxistin. Em di qanûnê de wekheviyê dixwazin.”
 
‘Salek e min keça xwe nedîtiye’
 
Sevîmê di dawiya axaftina xwe de got: “Saleke min Rojbîn nedîtiye. Ji ber şertên tenduristiya min dest nadin em nikarin biçin hevdîtinê. Vîrus derket. Em rewşa girtîgehan nizanin. Keça min tiştekî nabêje. Her tim dibêje ez baş im. Divê zarokên me di şertên baş de ligel malbatên xwe bên dermankirin. Keça min nexwşe e. Bi vê qanûnê zarokên me terkî mirinê kirine.”