'Em ê bi hevre li dijî Vîrusa Koronayê li ber xwe bidin'

  • 09:09 24 Nîsan 2020
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Endama Şaredariya bajarê Dêrîkê Şîlan Elî derbarê dezefenktekirina bajarê Dêrîkê axivî û wiha got: "Heta ku ji me bê û dermanên ku di destên me de hene em ê gelê xwe ji vê nexweşiyê biparêzin. Banga me ji gelê me re heye ku bi me re bibin alîkar û li mala xwe bimînin."
 
Piştî belavbûna Vîrûsa Korona (COVÎD -19) li hemû cîhanê, ku di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes di bin kontrola bijîşkan de ne, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek tedbîr hatin girtin. Li bajarê Dêrîkê yê girêdayî Kantona Qamişloyê jî gelek tedbîr hatin girtin û Şaredariya bajarê Dêrîkê nêzî 50 sazî, cihên giştî û kampên Newroz û Roj hatin dezefenktekirin. Têkîldarê mijarê Endama Şaredariya bajarê Dêrîkê Şîlan Elî nêrîna xwe parve kir.
 
'Me li hemû bajaran hemleya dezefenkteyê daye destpêkirin'
 
Şîlanê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tedbîrên ku hatine girtin û wiha pê de çû: "Metirsîna Vîrûsa Korona li hemû cîhanê belav bûye. Me jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek tedbîr girtine. Me di çarçoveya ewlehiya civakê de tenê nexweşxane, firoşgeh, firin, hêzên ewlekariyê û pêwistiyên jiyanî hiştine ku bixebitin. Hemleya dezefenkteyê jî  li hemû bajar, kolan, sûk û saziyan hatine kirin."
 
'Me hemû der bi dermanê li dijî Vîrûsa Korona dezefenekte kirin’
 
Şîlanê di dewama axaftina xwe de behsa kar û barên şaredariya Dêrîkê kir û wiha domand: "Me wek şaredariya gel ji bo parastina gel her der dezefenkte kiriye. Dermanê dezefenkteyê ji aliyê desteya tendursitiyê ve hatin belavkirin. Di hemleya xwe ya duyem de jî me cihê giştî wek kolan û sûk dezefenkte kirin. Herî dawî jî me kampa Newroz û Roj jî dezefenkte kir."
 
'Em ê bi hevre li dijî Vîrusa Koronayê li ber xwe bidin'
 
Şîlanê teqez kir ku wê ji bo paqijya gel û parastina wan a ji vîrûsê her tim kar bikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Heta ku ji me bê û dermanên ku di destên me de hene em ê gelê xwe ji vê nexweşiyê biparêzin. Banga me ji gelê me re heye ku bi me re bibin alîkar û li mala xwe bimînin. Em ê bi hevre li dijî Vîrusa Koronayê li ber xwe bidin."