'Behîv û behîvtirşk ji bo nexweşiyan derman in'

  • 09:08 24 Nîsan 2020
  • Rojane
 
 
Dîcle Demhat
 
KOBANÊ - Bi hatina biharê re welatiyên herêma Firatê dest bi çandiniyê dike. Şêniyên gundewarên Kobanê komkirina behîvtirşk, behîv û feydeyê wê ya ser laşê mirovan wiha anîn ziman: "Ji bo bedena mirovan xurt bibe her roj kulmek behîv an jî behîvtirtşk baş e.”
 
Bihar vejîna nû ya xwezayê ye. Dema germehî zêde dibe, kulîlk, gul û dar pelên xwe hêdî bi hêdî vedikin, mizgîniya demsala biharê dide. Bi hatina  biharê re darên behîvan kulîlkên xwe vedikin. Behîvtirşk jî wekî destpêkirina fêkiya biharê tê nasîn. Li Kobanê darên mişmiş û behîvan gelek in. Darên behîvan gulên pembe û spî vedikin. Heta ber bi havînê re êdî behîvtirşk dibin behîv. Cureyên behîvan wiha ne; behîvên dest, behîvên diran, behîvên kaşilên wan hişk û behîvên kevir gor van cureyên, cureyên behîvtirşk jî cuda dibin. Çawa ku gûz ji bo nexweşiya feydê xwe heye, behîv û behîvtirşk jî ji bo nexweşiyan feydê xwe hene. Rojê kulmek behîvtişk yan jî behîv ji bo nexweşiya pençeşêr, kuxik, bêxwînî, nexweşiya şekir, nexweşiya cild û rûnê behîvan ji bona nav şampuande tê bikaranîn. Bi hatina biharê re jinên Kobanê dest bi komkirin û zuhakirina behîvtirşkan kirin û nêrînên xwe bi me re parve kirin.
 
'Ji ber nexweşiya Vîrusa Koronayê em nikarin fêkiyê biharê bifroşin'
 
Jina bi navê Ezîme Mehmûd bal kişand ser darên behîvan û wiha got: "Çar şimbil erdê me yê behîvan heye. Her sal em baxçê xwe burdem û cot dikin. Darê behivan jî kedekê dixwazin. Darên behîvan piştî 4 salan hêdî berhemê xwe dide. Dema darên behîvan gul didin carekê derman dikin û piştî behîvtirşk jî çedibin dîsa derman dikin. Ger neyê dermankirin kurim li darê dikeve û berhema wê darê kêm dibe. Di salên derbasbûyî de ji bo karibin debara xwe bikin me behîvtirşk jê dikir û difirotin, piştî ev nexweşiya Vîrusa Korona derket me îsal nefirot ji ber ku berhemê wê nebû.  Em îsal behîvtirşkan nafiroşin, ji ber di meha 8'an de wê bibe behîv û em ê behîvan bifroşin. Behîvên ku tên hişkkirin, dikevin nav xwerinê û ji bo dermanê xwezayî bi kar tînin."
 
'Kulîlkên behîvtirşkan mizgîniya hatina biharê dide'
 
Eyşe Mihemed Mistefa jî behsa komkirina behîvtirşkan kir û wiha pê de çû: "Bi hatina biharê re kulîlkên dara behîvan vedike. Kulîlkên dara behîvan reng û xweşikbûyîn dide xwezayê. Axa herêma Firatê pir bi bereket e, her gund li gor derfetên xwe çandiniya erdan dike. Me jî darên behîv, fistiq û hêjîran çandine. Darên behîvan feydeya wê gelek e. Em hem di demsala biharê de, hem jî di demsala havînê de berhem jê digirin. Bi hatina cejina Newrozê re darên behîvan êdî kulîlkê xwe vedikin û piştî 15-20 rojan jî behîvtirşk çêdibe. Piştî çêbûna behîvtirşkan li sûk û dikanan tên firotin. Piştî meha nîsanê dema behîvtirşkan xelas dibe û şûna behîvtirşkan behîv çêdibe. Dema behîvterkan de gel derdorên darê behîvterka jê dike û ji bo debara mala xwe difiroşê. Behîvterkên jorê darê jî dihêlin ji bo hişk bibe û bibin behîv. Dema komkirina behîvan em hemû alîkariya hev dikin. Bi hatina biharê re hem berhemên xwezayê zêde dibe hem jî kombûyîna gel çedibe."
 
'Behîv û behîvtirşk ji bo nexweşiyan derman in'
 
Eyşeyê behsa faydeyên behîvtirşkan kir û wiha axiftina xwe bi dawî kir: "Çawa ku feydeya behîvan ji bo her nexweşiyê heye, feydeya behîvtirşkan jî heye. Her roj kulmek behîtirşk ji bo nexweşiyan baş e. Pir cureyên behîvtirşk û behîvan hene. Cureyên darên behîvtirşkan biçûk e. Axa çandiniya darên behîvtirşkan girîng e. Ji bo çandiniya daran axa kum yan jî axa xîz tê de hebe baş e. Behîvtirşk û behîv ji bo pir nexweşiya baş in. Behîvtirşkên tehil û behîvên tehil ji bo nexweşiya şekir baş in. Behîvtirşk û behîvên din jî ji bo nexweşiya pençeşêr, xwîn û ji bo bedena mirov zindî bimîne baş in.”