‘Divê rêbazên parastina cewherî ji jinan re bên vegotin’

  • 09:06 24 Nîsan 2020
  • Rojane
Şehrîban Abî
 
WAN - Berdevka SKM’ê Hatîce Denîz Aktaş diyar kir ku wê bi sererastkirina înfazê şîdet û kuştin zêde bibin û got desthilatdariyê valabûna kolanan wek derfet nirxand. Denîzê bang kir ku ji bo pêşî li şîdetê bê girtin divê demildest tedbîr bên girtin.
 
Li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) di meha Adarê de 29 jin hatine qetilkirin û ji van jî 23 heb jî piştî pêvajoya pandemiyê hatine qetilkirin. Di pêvajoya vîrusê de 3’emîn pakêta înfazê jî di meclîsê re derbas bû û piştî vê gumanbarên şîdet, tecawiz û êrîşa zayendî wê bên berdan.
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Hatîce Denîz Aktaş, axivî û diyar kir ku desthilatdariyê ev pêvajo ji xwe re kiriye derfet û qanûn derxistiye.
 
‘Yên serî li qerekolan didin dişînin malê’
 
Denîzê bi lêv kir ku gotinên AKP’ê yên wekê wê sûcdarên şîdetê di qanûnê de cih negirin, rastiyê nîşan nade û got: “Gumanbarên şîdeta li ser jinan hatin berdan. Ev ji bo jinan tê çi wateyê gelo? Jin di vê pêvajoyê de bêhtir bi şîdata mêr re rûbirû dimînin. Xuyaye wê tehdîd zêde bibe. Tedbîrên ji bo jinan tên girtin qels in. Xetên şîdetê wek navendên piştgiriya civakî dixebitin. Ji ber qerebalixê ji xwe jin nikarin xwe bigihêjinin wan. Jinên serî li qerekolê didin bi gotina ‘mal ewletir e’ dişînin malê.”
 
‘Divê em rêbazên parastina cewherî vebêjin’
 
Denîzê destnîşan kir ku pêşnûmeya efûya êrîşên zayendî jî di dema hevdîtinên qanûnê de hatiye rojevê û  nehatiye qebûlkirin. Denîze got AKP’ê berê jî hewl daye vê bixe jiyanê lê jinan destur nedaye vê. Denîzê wiha berdewam kir: “Ji bo pêşî li şîdetê bê girtin divê demildest tedbîrên lezgîn bên girtin. Li gelek welatî di vê mijarê de butçe hat veqetandin. Li Tirkiyeyê jî divê ji bo jinan butçe bê veqetandin û xetên lezgîn bên avakirin. Divê em yekser bi jinan re bikevin têkiliyê. Divê em rêbazên parastina cewherî ji jinan re vebêjin.”