‘Divê em desturê nedin êrîşan û armanca me yekitiya neteweyî be’

  • 09:04 24 Nîsan 2020
  • Rojane
WAN - Jinên siyasetmedar bertek nîşanê êrîşên TSK’ê yên li hember kampa Mexmurê û rola PDK’ê dan û diyar kirin ku êrîş li dijî destkeftiyan e û li dijî vê divê yekitiya neteweya kurd bê avakirin.
 
Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) di rojên borî de hêzên xwe yên leşkerî biribûn Zînê Wertê ya girêdayê Herêma Federal a Kurdistanê ya di bin kontrola Yekitiya Welatparêzên Kurd (YNK) de ye. Ligel vê dora Kampa Mexmurê ya 9 mehe di bin amgaroyê de ye, di 15’ê Nîsanê de ji aliyê Hêzên Çekdar yên Tirk (TSK) ve hat bombebarankirin û di encama êrîşan de 3 jinan jiyana xwe ji dest da. Jinên Wanê bertek nîşanê êrîşên li hember Mexmurê û Zinî Wertê dan.
 
‘Êrîş li dijî destkeftiyan e’
 
Cigira Hevserokatiya Partiya Mirov û Azadiyan, Menîce Gulmez der barê êrîşên bi destê PDK’ê pêk hatine de wiha got: “Li dijî Kurdan evqas dewlet şer dikin, ne raste ku em jî li hember xwe şer derxînin. Ev êrîş tên wateya têkbirina destkeftiyên sedsalan. Bi salane jin, ciwan û zarokên kurd di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dan. Tevî van em wateyê nadin ku kurd hev tune bikin.”
 
‘Armanca me yekitiya Kurd e’
 
Menîceyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku kurd îro li hember çar dewletan têdikoşin û wiha got: “Li bakurê Kurdsitanê êrîşên komên cuda pêk tên. Li bakur bi destê van koman destkeftî tên tunekirin. Li Rojava, Bakur û Başur, Kurd li dijî komên cuda têkoşîna xwe didomînin. Li dijî van êrîşan armanca me ya esas yekitiya Gelê Kurd e. Divê her kes li dijî vê têbikoşe. Lê di navberê de jî radibin û şer derdixin. Ji xwe gelek dijiminên me hene. Ji xwe em li hember gelek çete û koman, weltan têdikoşin.”
 
‘Divê em desturê nedin êrîşan’
 
Menîceyê di dawiyê de wiha got: “Li dijî vê yekitiya neteweyî gelek girîng e. Kengî ku kurd bikevin nav xebateke yekitiya neteweyî, hema hinek li pey vê tevliheviyê çêdikin. Em partiyên kurd, rêveberiyên Kurd divê destur nedin van êrîşan. Dema em yekitiya xwe pêk bînin tu kes wê negihêje armanca xwe.”
 
‘Ev êrîş encama parçebûna me ne’
 
Hevseroka HDP’a Wanê Oznur Bartin jî li dijî êrîşên pêk hatine bertek nîşan da û got: “Ev feraseta ji yekitiya neteweyî dur, wê wek lekeyek reş derbasî dîrokê bibe. Rastiyek me ya bi van êrîşan parçe bûye mijara gotinê ye. Ji ber parçebûna me em bibûn hedefa ferasetên wek PDK’ê. Tu deskeftiyên, êrîşên li hember kurdan tüne ne. Berovajî vê kurd winda dikin. Di salên dawî de der barê avakirina hişmendiya neteweyî de hewldanên girîng hene. Bi van xebatan re konferans, panel, bangên piştevaniyê û bi vê re jî nûnerên kurd hatin cem hev. Di vî warî de biryar hat dayîn ku divê hişmendiya kurd bê avakirin. Ya ferz jî ev bû. Ji ber vê jî yekitî tirsa herî mezin a dijmin bû. Ferastên hevkar wê di wijdanê Gelê Kurd de bifetisin. Divê her kes bi hişmendiya yekitiya neteweyî tevbigere.”
 
‘Divê yekitiya neteweyî bê avakirin’
 
Rêvebera Partiya Kedê (EMEP) ya Wanê Zelal Sari jî destnîşan kir ku Gelê Kurd bi salan e li çar herêman têkoşîna neteweyî dide û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê têkoşînê de bi mudaxaleya DYA û hevkariya TSK û PDK’ê ev yekitî pêk nehat. Bandora emperyalîstan gelek mezin bû. Ji bo kurd pêşeroja xwe diyar bikin divê li ser hîmê demokratîk de rêxistin bibin yek. Divê yekitiya neteweyî bê avakirin.Divê kurd li dora daxwaza yekitiya neteweyî bibin yek.”