Esengul Kilic: Rêkirina cenaze bi kargoyê bêwicdanî û bêehlaqî ye

  • 09:01 24 Nîsan 2020
  • Rojane
Berîtan Canozer 
 
AMED - Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Esengul Kiliç bal kişand ser şandina cenazeyê Egît Îpek ê HPG’yî ku bi rêya kargoyê ji malbata wî re hat şandin û anî ziman ku ev bêhlaqîyeke mezin e, civakeke ji ehalq bêpar jî mahkûmî hilweşandinê ye.
 
Dewleta tirk cenazeyê Egît Îpêk ê HPG’yî ku di sala 2017’an de li bajarê Dêrsimê jiyana xwe ji dest dabû bi rêya karogaya PTT'ê ji malbata wî re şandibû. Li ser vê bûyerê gelek bertek hatin nîşandan û bûyer hat şermezarkirin. Endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Esengul Kiliç derbarê vê bûyerê de axivî û bang li ciwanan kir ku li dijî faşîzmê serî rakin û têkoşînê mezintir bikin.
 
Esengul diyar kir ku di cîhanê de mafên mirovan ê ku ji aliyê hemû dewletan ve hatiye pejirandin heye, divê her dewlet li gorî wan rêbazan tevbigerin û wiha axivî:"Kesê dimire kî dibe bila bibe piştî dimire fikr, raman û helwesta wan çi dibe bila bibe êdî tu helwest li hember wan nayê nişandan û ji cenazeye wan re rêz tê girtin. Lê cenazeyê Egît bi rêya kargoyê wekî pakêteke ji rêzê ji malbata wî re hat şandin. Derbarê vê helwesta hikûmetê de tenê hinek daxuyanî hatin dayîn û di meclise de jî hat diyarkirin ku helwesteke ne dirust e. Dewleta tir ku bahsa demokrasiye dike divê li gorî qanûnên demokrasiye tevbigere. Lê dijberî van qanûnan tevdigere û ev jî nayê qebûlkirin.”
 
'Exlaq û wijdan hat binpêkirin'
 
Esengulê anî ziman ku di pêvajoya hikûmeta AKP'ê ya 17 salî de bi hezaran kes hatin girtin û ji kar hatin derxistin. Di heman demê de kesên tacîz û tecawizan dikin jî serbest hatin berdan û ewqas jin hatin qetilkirin lê kesên ku ev tişt kirn nehatin darizandin. Ev helwesta hikûmetê din ava civakê de bêehlaqiyê diafrîne. Esengulê wiha berdewam kir: "Bingeha ku civakan li ser piyan bisekinin tune kirin. Ehlaq û wijdan hat binpêkirin. Ger ku civakek ji ehlaq bêpar bê hiştin jî ew civak mahkûmî hilweşandinê ye. Polîtîkayên AKP'ê civaka tirk kir dijminê civaka kurd û bi wî awayî êrîşên li ser kurdan hertim berdewam dikin. Desthilatdar dibêjin an AKP’ê biparêzin an jî ji her cûrên binpêkirin û êrîşê re amade bin. Ev rewşa dawî jî vê nîşan dide. Bi cenazeyê ku bi kargoyê hat şandin re ne tenê malbata Egît Îpek her wiha hemû mirovahî hat cezakirin. Bi wî awayî tu pirsgirêk nayê çareserkirin berevajî vê dijminantiya di nava civakan de kûrtir dibe. Li Tirkiyeyê kaos û rewşa şer ne kurd îtîfaqa AKP-MHP pêk pêk tîne.”
 
'Tu dayik naxwazin hestiyên zaroên wan wisa bên’
 
Esengulê destnîşan kir ku ev desthilatdar ne tenê dijminê kurdan e her wiha dijminê civakê ne jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çend sal berê li Kurdistanê gelek goristan hatin hilweşandin, ne diyar e ku hestiyên wan birin ku derê. Bi salan e dayikên şemiyê li hestiyên xizmên xwe digerin û gelek caran bi tundiya polîsan re rûbrû man. Herî dawî jî hestiyên kurê dayika Xalîse Egît bi rêya PTT'ê şandin. Ev nayê qebûlkirin. Kîjan dayik dixwaze zarokên wê bimirin? Dîsa çend meh berê êrîşî Elewiyan kirin, li Çanakkaleyê ji ber ku dayikek kurdî axiviye êrîşî wê kirin. Wekî dayika Xalîse ragihand, Egît Îpek di temenê çardeh salî de çend caran hatiye binçavkirin û îşkence dîtiye. Dîsa îro Mexmûrê ji aliyê Tirkiyeyê ve tê bombekirin. Ji ber dijminantiya li hemberî kurdan êrîş dikin! Mafê hemû kurdan heye ku li ser xaka xwe wekî gelên din bi rûmet bijîn. Her kesê ku vê asteng bike dijminantiya kurdan dike. Vê rastiyê divê dayik û civak bizanibin."
 
'Li dijî faşîzmê têkoşînê mezin bikin'
 
Dayika Xalîse 3 sal e li kurê xwe digeriya. Çend caran nimûneya DNA’yê da, her wiha çend caran çûye Meletî û Dêrsimê lê hertim jê re gotine cenaze di destê partiyê de ye û divê biçe wê. Herî dawî di meha adarê de li dayikê digerin lê wê deme dayik li Stenbolê bûye û dibêje ger mijar lawê wê be ew dikare bê. Lê tu bersîv jê re nayê dayîn. Bi wî awayî qutiyê dişînin Dêrsimê û dizanin ku tê de çi heye. Ji wê jî dişinin Amedê. Peywirdar dema qutiyê didin dayikê jê re dibêjin ‘ha ji te re ev hestiyên lawê te ne’. Şandina cenaze bi rêya kargoyê sûc e. Her wiha îhlalkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Ji ber vê yekê tiştekî ne meşrû ye û sûcekî gelek giran e. Em dîsa ji malbata Egît re sersaxiyê dixwazin û hêvî dikin ku hemû kes rûyê faşîzma AKP'ê bibîne û têkoşînê mezin bikin."