ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2020’AN

  • 09:00 24 Nîsan 2020
  • Rojev
*Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Esengul Demîr bal kişand ser şandina cenazeye Egît Îpek ê  HPG’yî ku bi rê kargoyê ji malbata wî re hat şandin û anî ziman ku ev bêhlaqîyeke mezin e,  civakeke ji ehalq bêpar jî mahkûmî hilweşandinê ye. DÎMEN HEYE
 
*Parezera Hevseroka DBP'ê ya berê Sabahat Tuncel, Cemîle Turhalli Balsak axivî. Cemileyê  got:" Ew li benda wexta guncav bûn  ku pêvajoyek li hemberê vê yekê nebe asteng ku qanûnê  derbas bikin û bi virusa koronayê re yekse şandin parlamentoyê."
 
*Mamosteya xebatên çand û hunerê Barîn Reşo, anî ziman ku ew têkoşîna xwe ya der barê   hünere de ne tenê ji bo netewekî, di heman demê de ji bo hemû neteweyên bindest didin. DÎMEN  HEYE
 
*Jinên siyasetmedar bertek nîşanê êrîşên TSK’ê yên li hember kampa Mexmurê û rola PDK’ê  dan û diyar kirin ku êrîş li dijî destkeftiyan e û li dijî vê divê yekitiya neteweya kurd bê avakirin.  DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Desteya Tenduristîyê  ya herêma Cizîrê Raperîn Hesen, kar û xebatên  desteya  tenduristiyê ji bo rêgirtina li pêşiya Vîrûsa Koronayê, nirxand û ev tişt got: "Desteya tenduristiyê  bi alîkariya hêzên ewlekariyê, şaredariyên gel û hemû saziyên ku cihê xwe di nava maseya kirîzê  de digirin, xebateke baş û serkeftî didin meşandin. Bila civaka me bi me re alîkar be da em hev ji  vê vîrûsê biparêzin.” DÎMEN HEYE
 
* Bi hatina biharê re welatiyên herêma Firatê dest bi çandiniyê dike. Şêniyên gundewarên Kobanê  komkirina behîvtirşk, behîv û feydeyê wê ya ser laşê mirovan wiha anîn ziman: "Ji bo bedena  mirovan xurt bibe her roj kulmek behîv an jî behîvtirtşk baş e.”DÎMEN HEYE
 
*Endama Şaredariya bajarê Dêrîkê Şîlan Elî derbarê dezefenktekirina bajarê Dêrîkê axivî û wiha  got: "Heta ku ji me bê û dermanên ku di destên me de hene em ê gelê xwe ji vê nexweşiyê  biparêzin. Banga me ji gelê me re heye ku bi me re bibin alîkar û li mala xwe bimînin." DÎMEN  HEYE
 
*Berdevka SKM’ê Hatîce Denîz Aktaş diyar kir ku wê bi sererastkirina înfazê şîdet û kuştin zêde  bibin û got desthilatdariyê valabûna kolanan wek derfet nirxand. Denîzê bang kir ku ji bo pêşî li  şîdetê bê girtin divê demildest tedbîr bên girtin. BI DÎMEN
 
*Girtiya nexweş Rojbîn Perîşan li girtîgeha Gebzeyê girtî ye. Dayika wê Sevîm Perîşan axivî û  got: “Li ku derê cîhanê kesek 28 salan girtî maye gelo? Bi vê qanûnê çawa ku yên din hatin  berdan, bila zarokên me jî bên berdan. Em wekheviyê dixwazin.” BI DÎMEN