Dayikên Lacikspî yên Mexmûrê: Divê derbarê Abdullah Ocalan de agahî bê dayîn

  • 16:37 23 Nîsan 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê Dayikên Lacikspî bi daxuyaniyek bal kişandin ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gotin: "Divê derbarê rewşa Abdullah Ocalan de agahî bê dayîn."
 
Dayikên Lacikspî yên li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo balê bikişînin ser rewşa tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber Avahiya Saziya Malbatên Şehîdan daxuyaniyek da. Li ser navê dayikan Fadîla Altûrk daxuyanî da. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em ji rewşa Rêbertiya xwe bi guman in. Ew şewata ku di demsala zivistanê de li Îmraliyê derketiye tiştekî ne ji rêzê bû û komployek bû. Niha vîrûsa koronayê dikin hincet û nalêlin ku em dengê Serokê xwe bibîhîsin. Em dixwazin agahiyek ji Serokê xwe bigirin. Em bang li rêxistinên mafên mirovan û CPT dikin ku xwedî li erkên xwe derbikevin û guh bidin dengê me. 
 
Her wiha vîrûsa ku li her derê Tirkiyeyê belavbûyê ji hêla dewletê ve tê weşartin. Zarokên me girtî ne û bi mirinê re rûbirû hatine hiştin."