272 Rojnamegerên kurd ji bo Zînî Wertê banga pêşxistina diyalogê kirin

  • 14:51 23 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - Di derbarê geşedanên li Zînî Wertê û êrîşên li herêmê pêş dikevin de 272 Rojnamegerên Kurdistanî daxuyaniyek hevpar dan û gotin: "Em bang li hemû hêzên siyasî yên kurda dikin da ku bi berpirsiyarî tevbigerin, nakokiyan demildest ji holê rakin û ji bo çareseriya mayînde diyalogê bi pêşxin." 
 
Tekîldarî rageşî û geşedanên li Herêma Zînî Wertê peş dikeve, 272 Rojnamegerên Kurdistanî daxuyaniyek hevpar weşandin û daxwazên xwe rêz kirin.  
 
Di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin: "Tengezariya li herêma Zînê Wertê ya Başûrê Kurdistanê tê jiyîn, dibe ku her kêlî veguhere rewşeke şer û pevçûnên nû yên navbera hêzên kurdan. Di hemû şerên birakujî û xwekujiyan de her tim kurdan bi xwe winda kiriye û neyarên kurdan jî ji van şer û pevçûnan sûd wergirtine. 
 
Li hemberî 4 beşên Kurdistanê êrîş
 
Dewleta tirk ji roja ewil ve çav bera hemû deskeftiyên kurdan daye. Ji bo ku deskeftiyên 4 beşên Kurdistanê ji holê rake çi ji destê wê hatiye kiriye. Operasyonên dagirkeriyê yên li Rojava; helwesta wê ya dijminane ya li hember Referandûma Serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê; li Bakûrê Kurdistanê jî şewitandina însanên zindî yên li jêrzemînan û operasyon û girtinên ku heya niha jî didomin çend mînakên li ber çava ne.
 
Dibe ku hemû kurd di bin vî barî bimînin!
 
Dewleta tirk bi hêzên xwe yên leşkerî û sîxûrî li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê bi cîh bûye û hewldanên xwe yên ku ji bo di navbera kurdan de şerekî bide destpêkirin jî didomîne. Eger hêzên kurdan barê dewleta tirk û dewletên din ên kolonyalîst siviktir bikin, divê were zanîn ku wê hemû kurd di bin vî barî de bimînin.
 
Ji bo kongreya teweyî xebat bên destpêkirin
 
Em wekî rojnameger wiha daxwazên xwe rêz dikin; 
 
* Divê demildest ev aloziya ku deskeftiyên 4 beşên Kurdistanê dixe bin xetere, ji holê rabe.
 
* Divê hemû alî di pêngava pêşî de hêzên xwe yên eskerî ji Zînê Werte paşve bikşînin.
 
* Pişt re divê hevdîtînên rûberû destpê bikin; pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin. 
 
* Tê zanîn ku destkeftiyên hêzên siyasî yên gelê kurd ên herêmî hin caran wan neçar dihêlin bi devletên kolonyalîst re jî bikevin nava diyalogê. Li gelê vê yekê jî, divê ev diyalog ne li dijî hêzên siyasî  yên beşekî din û destkeftiyên wan û gelê kurd bin.
 
* Ji bo ku di siberojê de nakokoyên bi heman rengî careke din rû nedin û pirsgirêk bi awayekî mayînde werin çareserkirin, divê hemû hêzên siyasî xebatên kongreya netewî ji nû ve bidin destpêkirin.
 
Diyalogê li pêş bixin
 
Em di wê baweriyê de ne ku çi pirsgirêk tune ye ku hêzên siyasî ya kurda nikaribin bi rêya diyalogê çareser bikin. Em wekî rojnamevanên Kurdistanî ku şanenavê me di bin vê beyanê de heye, bang li hemû hêzên siyasî yên kurda dikin da ku bi berpirsiyarî tevbigerin, nakokiyan demildest ji holê rakin û ji bo çareseriya mayînde diyalogê bi pêşxin."