Nûnerên jin ên rêxistinên kedê: Bila binpêkirin bi dawî bibin

  • 12:38 23 Nîsan 2020
  • Rojane
ENQERE - Nûnerên jin ên rêxistinên kedê û rêxistinên pîşeyî diyar kirin ku paratina mafên zarokan peywira civak û dewletê ye û gotin bila binpêkirin bi dawî bibin.
 
Komisyona Jinê ya DÎSK'ê, Meclîsa Jinê ya KESK'ê, Koma Xebatê ya Jinan a TMMOB'ê, Şaxê Milê Tenduristiyê û Hekimtiya Jinê ya TTB'ê bi wesîleya 23'ê Nîsanê derbarê mafên zarokan daxuyaniya hevpar dan.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ji bo parastina mafên zarokan divê Peymana Mafên Zarokan pêk bê û hat gotin divê binpêkirina mafên zarokan bê bidawîkirin. 
 
'Her îstismara li dijî zarokan sûc e'
 
Di daxuyaniyê de hat gotin zewaca bêyî îradeya zarokan dikeve kategoriya îstismarê û wiha dewam kir:"Zewaca bi temenê zarokatî dibe sedema wateya tarîbûna siberoja zarokan û bidawîkirina hêviyên wan. Zagona ku dibêje zarokên bi êrîşa zayendî rû bi rû mane dikarin bi îstismakar e bizewice em qebûl nakin. Îstismar û êrîşa zayendî ya li dijî zarok bi teşeyî be bila bibe nayê qebûlkirin û divê bê cezakirin. Em ê li dijî binpêkirina mafên zarokan bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin."