'Mafê jiyanê ya girtiyan tê binpêkirin'

  • 12:18 23 Nîsan 2020
  • Rojane
WAN - Li ser rewşa girtigehên li Wanê OHD û Baroya Wanê raporek aşkerakirin û hat diyar kirin ku ji ber ku girtîgeh pir zêde tijî ye û ne paqij e, dîsa mafê wan ê parastina li dijî vîrûsê tê astengkirin, mafê wan ê jiyanê di bin rîskek mezin de ye. 
 
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Wanê û Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê, ji ber vîrûsa korona li ser rewşa girtîgehên li Wanê raporek amade kirin. Heyeta OHD û Baroyê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, Girtîgehên Tîpa F û T yên Wanê lêkolîn kirin û encamên ziyaret, serlêdan û daneyên cuda kirin rapor. 
 
OHD û Baroyê di raporê de diyar kirin ku wan bi girtiyan re hevdîtin kiriye û li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Wanê 4 girtî rastî lêdana gardiyanan hatine. Girtî Harun Simin ê bi lêdanê re rûbirû maye, hêj şopê lêdanê ji ser rûyê wî neçûye. Di rapora ku hatî aşkerakirin de wiha hat gotin: "Li girtîgehan ji ber vîrûsa korona tedbîrên hatine girtin pir kêm in. Kagîş pir tije ne. Dîsa şert û mercê paqijiyê tune ye. Malzemeyên parastinê kêm in. 
 
Malzemeyên dezenfekteyê bi pereyan difiroşin
 
Derfetên ku girtî bigêje mafê tedawiyê tune ye. Mafê jiyanê yê girtiyan di bin rîskek mezin de ye. Bi taybetî lepik û maske û malzemeyên dezenfektanê bi pereyan difiroşin girtiyan. Li gelek girtiyan bi buhayekî zêde difiroşin girtiyan. Karê dezenfekteyê ya qawişan divê bê navber û berfirehî bê kirin. Lê ev yek nayê kirin. Girtiyên diçin bi telefonê diaxivin bêyî mesafeya fîzîkî baldar bin, li ser girtiyan lêgerînê dikin. Ev yek rîskê girtiyan ê jiyanê binpê dike. 
 
Li girtîgehan rîsk zêde dibin
 
Divê zagonên Destûra Bingehîn ê mafê jiyanê li ber çavan bê girtin û li girtîgehan tedbîrên li dijî rîska vîrûsê bêne zêdekirin. Divê girtiyên nexweş, zarok û temenê wan mezin serbest bêne berdan. Divê zagona înfazê ya wekhev, adîl û qihûqê pêk bê. Dîsa divê mafê girtiyan ê tenduristî û jiyanê bê parastin. Em diyar dikin ku em ê şopdarê mefên girtiyan ên hiqûqî, zagonî yên li gorî peymanên neteweyî û navneteweyî bin."
 
OHD û Boroyê daxwazên girtiyan û wiha li raporê zêde kir: 
 
 "* Divê karê dezenfekte yê qawîşan ku hefteyê carekê tê kirin bi rêk û pêk û berfirehî bê kirin. 
 
* Divê lepik, maske û malzemeyên paqijiyê bidin wan. Yên tu tên firotin jî buhayê wan kêm bikin. Lê ev daxwaa wan pêk nayê. 
 
* Mafê wan ê civakî tê binpêkirin. Hefteyên 2 caran tenê carê 10 deqîqeyan dikarin bi axivin. Lê li hin girtîgehan bi carekê mafê 20 dk didin girtiyan.
 
* Divê heqê ceyranê ji wan nexwazin û pêdiviyên wan ên zexîre tam bidin wan. Lê ev mafê wan nayê dayîn. 
 
* Divê ji bo zarok û girtiyên nexweş û temen mezin tedbîr bêne girtin. Lê tedbîr nayên girtin. 
 
* Divê alav û pirtûkên ji derve tê bidin wan. Lê nadin wan. 
 
* Divê mafê wan ê tenduristiyê bê parastin. Lê mafê wan ê tenduristiyê tê astengkirin. 
 
* Hêjmartina girtiyan a rûtîn didome. Divê ev bê rawestandin. 
 
* Ziyareta parêzeran li gorî usûla ziyaretên girtî tê kirin. 
 
*Dema girtî derdikvin telefona hefteyî mafê wan ê maske û lepikan tê binpêkirin."