Di rojên Vîrusa Koronayê de 'Jin diaxivin'

  • 11:17 23 Nîsan 2020
  • Rojane
STENBOL- Rizgariya Jinan kampanyaya bi navê "JinDiaxivin" dan destpêkirin. Bi bernameyên ku ew ê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî çê bikin ew ê li ser çareseriya pirsgirêkên jinan bê axaftin. 
 
Rizgariya Jinan kampanyaya bi navê "JinDiaxivin" dan destpêkirin. Rizgariya Jinê bi daxuyaniyeke nivîskî kampanya ragihand. Jinan diyar kirin ku ew di her kêliya jiyanê de bi tundiya dewlet-mêr rû bi rû dimînin. 
 
'Zagon pêşî li komkujiyên jinan vedike'
 
Di daxuyaniyê de hat gotin bi Vîrusa Koronayê talûke û gefa li ser jinê zêdetir bû û wiha hat gotin:"Bi Zagona Înfazê kesên jin qetil kirine, îstismarkar, tecawizkar hatin berdan. Zagonên ku tu carî me naparêzin vê carê jî pêşî li komkujiya jinê vedike. Polîtikayên ku pêk tên tenê desthilatdariya mêr dibarêze. Her ku diçe tundiya hovane ya mêr a li ser me zêdetir dibe. Û wekî em hemû baş dizanin mêr ji koronayê bêtir dikuje." 
 
'Ji bo em bi hev re dengê xwe bidin bihîstin'
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Ji bo em bi hev re dengê xwe bidin bihîstin em dibêjin ku 'Jin diaxivin'. Werin em hem pirsgirêkên xwe parve bikin hem jî em bibêjin ka em ê ji bo pirsgirêkên xwe çi bikin. Jinên ku bi tundiya mêr rû bi rû tên hiştin bila werin em bi hev re rêxstina xwe xurtir bikin."
 
Ew ê jin di  çarçoveya kampanyayê de di 28'ê Nîsanê de saet di 20.00'an de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşana bi sernavê 'Jin diaxivin' pêk bînin.