'Bûyerên Zînê Wertê li dijî yekîtiya netewî gefeke mezin e'

  • 09:28 23 Nîsan 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyek nivîskî polîtîkayên komkujî û qirkirinê şermezar kir û got: "Em bang li hemû welatparêzên Kurdistanê, demokrat, aliyên çep, sosyalîst, rewşenbîr, hunêrmend, tevgerên jin û civaka sivîl, serokên eşîr û rûsipiyên ol û baweriyan dikin ku ji bo ev pêvajo ber bi şerekî hundîrîn a di navbera Kurdan de neçe, bêdeng nemînin û hewldanên xwe bi hêz bikin."
 
Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyek nivîskî jinên ku li Mexmûr û kesên li herêma Zînê Wertê jiyana xwe ji dest dane bibîranîn û polîtîkayên dewleta tirk yên komkujî û qirkirinê şermezar kirin.
 
Daxuyanî Koordînasyona Kongreya Star a Rojava wiha ye: "Di serî de em sê jinên Kurd yên li Mexmûrê û kesên li herêma Zînê Wertê di encama êrîşên hewayî yên dewleta tirk de şehîd bûne bi rêzdarî bibîrtînin. Dewleta Tirk tevî van her dû bûyeran li Efrînê jî dayikeke 80 salî qetîl kir û bi vê yekê careke din armanca xwe ya komkujî û qirkirinê ya li dijî Gelê Kurd bi awayekî zelal eşkere kir. Em weke Kongra Star polîtîkayên dewleta Tirk yên komkujî û qirkirinê şermezar dikin.
 
Dewleta tirk nirxên Gelê Kurd hedef digire
 
Bûyerên ku di rojên dawî li Başûrê Kurdistanê rû didin, ji bo yekîtî û dûhatiya Gelê Kurd a azad di nav rayagiştî ya demokratîk de tirs û fikaran çêdike. PDK'ê li herêma Zînê Wertê ya nêzî Qendîlê ku di bin kontrola YNK´ê de ye û ji bo Herêmên Parastinê yê Medyayê jî xwedî girîngiya stratejîk e, tevî hêzên eskerî, teknîkeke mezin bi cîh dike û ev yek tirs û fikaran zêdetir dike. 
 
Gelekî eşkere ye ku ev bûyer ji bo îro û sibe, ango di demeke kin û dirêj de nirxên Gelê Kurd hedef digire. Eger pêşî li vê hewldanê neye girtin, bingeha  dagirkeriyê ku li Bakûrê Kurdistanê ji salên 1990´î ve ji bo dewleta tirk hatiye vekirin wê mayînde bibe û li hemû Başûrê Kurdistanê belav bibe. Ev jî ji bo Gelê Kurd û hemû hêzên ku ji bo azadiya gelê me şer dikin rewşeke gelekî aloz û xeternak bi xwe re bîne. 
 
Ji ber vê yekê nabe ku tu Kurd li dijî van êrîşan bêdeng bimîne. Tevî vê yekê nabe ku ti rêxistineke Kurd jî ji bo ku werin û êrîşî hêzên gerîla, peşmergeyan an wargeha penaberan bikin, dayîna koordînatan û îstîxbaratê ya hêzên dewleta Tirk an hêzekî din a metînger, rewa bibîne û rewa nîşan bide. Eşkere ye ku ev hewldan, tinekirina hemû nirx û destkeftiyên ku di encama têkoşîna azadî û demokrasiyê ya bi dehan salan de hatiye afirandin e.
 
Bi lezgin xebatên yekîtiyê bixin rojevê 
 
Weke Kongreya Star em ji ber bûyerên dawî yên li herêma Zînê Wertê rû didin, êrîşên li dijî gerîla û sivîlan, ambargoya li dijî wargeha Mexmûrê û tevî vê yekê ji ber hêzên dagirker yên dewleta tirk pêr derbasî Başûrê Kurdistanê bûn, gelekî bi tirs û fikar in. 
 
Bendewariyên me ew e ku PDK'ê, YNK'ê û PKK li ser bingeheke hevbeş bigihêjin hev, diyaloga siyasî pêş bixin û vê pirsgirêkê çareser bikin. Em bang dikin ku ev nirxên gelê Kurd ku li hemû herêman di encama berdela bi deh hezaran şehîdan de derketiye holê biparêzin, bi awayekî hevbeş tevbigerin û bi awayekî lezgîn xebatên yekîtiya netewî bixin rojeva xwe.
 
Rê li ber birakujiyê vedikin berdin 
 
Di vê çarçoveyê de em bang li PDK'ê dikin ku ji sîstema cerdevantiyê ya li Bakur ku bi destê dewleta tirk hatibû pêşxistin encaman derxîne. Banga me ji PDK'ê re ew e ku hêjayî nirxên ku di encama têkoşîna bê hempa ya gelê Kurdistanê ku di nêzî 150 salan de derketiye holê û hêjayî xwîna bi deh hezaran şehîdan tevbigere, layîqî van be û dev ji gavên ku rê li ber birakujiyê vedikin berde. 
 
Em bang li hemû welatparêzên Kurdistanê, demokrat, aliyên çep, sosyalîst, rewşenbîr, hunêrmend, tevgerên jin û civaka sivîl, serokên eşîr û rûsipiyên ol û baweriyan dikin ku ji bo ev pêvajo ber bi şerekî hundîrîn a di navbera Kurdan de neçe, bêdeng nemînin, hewldan û çalakiyên xwe bi hêz bikin.
 
Helwestê gelê Başûr silav dikin
 
Gelê me yê Başûrê Kurdistanê jî li hemberî planên hevbeş a PDK'ê û dewleta Tirk ku ji bo li Zînê Wertê hêzên xwe bi cîh bikin helwest nîşan dan. Em vê hişyarî û helwesta gelê xwe ku nîşan dane jî silav dikin. Em bang dikin ku van çalakiyên xwe bi hêz û berbireh bikin. Bi taybet jî jinên Başûrê Kurdistanê divê pêşengiya pêvajoya berxwedanê ya li hemberî hewldanên dagirkeriya dewleta Tirk pêş bikeve, bikin. 
Weke jinên Başûrê Kurdistanê û Rojava me bi hev re di nav xebatên Yekîtiya Netewî ya Kurd de cîh girt. Li hemberî bûyerên Zînê Wertê ku li dijî yekîtiya netewî ya Kurdan gefeke mezin e jî, divê em têkoşîneke hevbeş bimeşînin û pêşî li şerekî gengaz ku her tim weke jin em berdela wê ya herî mezin didin, bigirin.
 
Em bang li hemû hêzên Kurdistanî û demokratîk dikin ku ev polîtîkayên qirker yên dewleta tirk a dagirker ku yekîtiya gelê Kurd asteng dike eşkere bikin û li dijî vê têkoşîna xwe ya birêxistinkirî bilind bikin."