Girtiyên nexweş nabin nexweşxanê

  • 09:13 23 Nîsan 2020
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
MERSÎN - Dapira girtiyê bi navê Mustafa Koç yê du mehe li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 1 a Tarsusê dimîne û nexweşê dil e, Berîtan Koç wiha got: “Neviyê min got çend roje laşe wiî zêde germ dibe  û qirika wî diêşe. Tevî ku daxwazname daye jî nebirine nexweşxanê an jî revîrê.
 
Girtiyê nexweşê dil Mustafa Koç yê 18 salî du mehe li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 1 a Tarsusê girtiye û di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re diyar kir ku bi rojane laşe wî disincire û nikare bîhna xwe bigire û bide. Mustafa di telefonê de got ku tevî vê nabin revîr an jî nexweşxaneyê.
 
‘Nabin nexweşxaneyê’
 
Dapîra wî Berîtan Koç (100) diyar kir ku ewlehiya canê Mustafa û girtiyên din tune û got: “Di telefonê de tiştên jiya vegot. Çend roje laşe wî disincire û qirika wî diêşe. Got nikare bîhna xwe bigire. Tiştek bi neviyê min bê kî wê hesabê vê bide. Berpris dewlet e. Neviyê min nexweşê dil e. Li gorî vegotinan îhtîmala bi vîrusê bikeve mezine. Tevî daxwazname da nabin nexweşxanê. Ev wijdanek çawaye. Ev newekheviyeke çawa ye. Tacîzkar û kujeran berdidin û zarokên me jî terkî mirinê dikin.”
 
‘Bila demildest berdin’
 
Berîtanê daxuyakirin ku divê girtiyên siyasî demildest bên berdan û wiha dawî lê anî: “Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin. Sê bira di girtîgehê de ne. Ykane daxwaza wan aramî û edelet e. Ez bang li wezareta dadê dikim. Ez neviyên xwe mereq dikim Mustafa hîna biçûk e û nexweşe. Em nizanin çawa ye. Tenê telefonek têr nake.”