Xwişka hevşaredar Nîlufer Elîk: Vîrus belav dibe û fikar zêde dibin

  • 09:09 23 Nîsan 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz ku piştî qeyûm tayînê şûna wê hat kirin hat girtin û şandin girtîgeha Tarsusê. Xwişka wê Yuksel Elîk wiha got: “Tecawizkar, kujerên jinan, çete hemû hatin derxistin. Vîrus her diçe belav dibe. Li girtîgehan derfetên xweparastinê tune. Em bi fikarin.”
 
Virusa korona (Covîd-19) roj bi roj bi lez belav dibe û bi mirovan re jî fikar û tirs mezin dibe. Di van rojên ku mirovan xwe xistine bin karantînayê de, li girtîgehan derfetên xwe parastinê tune  ne û ev jî fikaran mezin dike. Bi qanûna înfazê ya nû ku bi dengên AKP û MHP’ê ji Lijneya Giştî ya Meclîsê derbas bû, 90 hezar girtiyên edlî hatin tahliyekirin. Lê bi hezaran girtiyên siyasî niha di şertên giran de tên girtin. Li ser vê malbatên girtiyan û gelek saziyan bertek nîşan dan û gotin divê girtiyên siyasî bên tahliyekirin.
 
Nîlufer Elîf Yilmaz 7 meh e girtiye
 
Li girtîgehan parlamenterên berê, hevşaredar, endamên meclîsê û gelek siyasetmedar hene. Yek ji hevşaredarên girtî hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz e û li girtîgeha Tarsûsê ye. Di 4’ê Mijdara 2019’an de qeyûm tayînê şaredariyê bû û piştre Nîlufer hat binçavkirin û girtin. Nîlufer 7 mehe girtî ye. Xwişka wê Yuksel Elîk der barê şert û mercên girtîgehê de fikarên xwe anîn ziman.
 
‘Piştî qeyûm hat tayînkirin xwişka min girtin’
 
Yukselê daxuyakirin ku şaredarî bi îradeya gel hat girtin û wiha pê de çû: “Piştî qeyûm hat tayînkirin xwişka min ji peywirê hat girtin. Piştre jî hat girtin. 12 rojan di binçavan de ma. Di vê pêvajoyê de nehiştin parêzerên wê biçin gel wê. Piştre jî xwişka min şandin zindana Tarsûsê.
 
‘Siyasiyan terorîst îlan dikin’
 
Yukselê destnîşan kir ku şert û mercên girtîgehê gelek xerabin û wiha pê de çû: “Dema navê wan siyasî be sucdar tên îlankirin. Ger ku sucdar bûn çima we namzetiya wan qebûl kir, çima we mazbata da? Bi vê re şaredarî hedef hatin girtin. Nîlufer 7 mehe beyî delîlên şênber girtî ye. Hevdîtin û dagdgeha xwişka min tüne ye. Ji ber vê em wê nabînin. Em nizanin şert û mercên girtîgehê çawa ne. Xetereya vîrusa korona li girtîgehan jî belav bûye. Beriya Nîlufer bê girtin nexweş bû. Li girtîgehê jî nexweşiya wê berdewam kir.”
 
‘Em ne terorîst in, em Kurd in’
 
Yukselê bertek nîşanê 3’emîn Pakêta Darazê ya ketiye meriyetê da û wiha dawî lê anî: “Pakêtek nû ya darazê derxistin. Tecawizkar, mafya û kujerên jinan hemû derxistin. Bi hezaran siyasetmedar jî têde hiştin. Em nizanin rewşa xwişka min çawa ye. Em bifikarin. Kurekî wê heye. Kurê wê dayika xwe mereq dike. Ji bo dayika xwe digrî. Xwişka min jî kurê xwe mereq dike. Em edeletê dixwazin. Em mafên xwe dixwazin. Xwişka min berdin. Em em ne sûcdar, em Kurd in. Vîrus her diçe belav dibe. Li girtîgehan derfetê xwe parastinê tüne ne. Divê bên berdan. Mafê wan tüne ye wan li wir bigirin. Gelo wan çawa diparêzin?”