'Zehmetî, êrîş û koçberî li aliyekî û Vîrusa Koronayê li aliyekî'

  • 09:08 23 Nîsan 2020
  • Rojane
Xezne Celal
 
EYN ÎSA - Jinên ku ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê ji Kantona Girê Spî koçber bûne û niha li kampa koçberên Girê Spî bi cih bûne wiha gotin: "Li kampê zehmetî di aliyê parastinê de hene ji ber ku ji bilî Rêveberiya Xweser tu kes alîkariyê pêşkêşî kampê nake û derfetên rêveberiyê kêm in. Zehmetî, êrîş û koçberî li aliyekî û Vîrûsa Koronayê li aliyekî."
 
Dewleta tirk û hevkarên wê di 9'ê Cotemaha 2019'an de êrîşî Kantona Girê Spî kirin. Ji ber êrîşan bi hezaran welatî koçberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Heta niha jî êrîşên dewleta tirk ên  li ser gundewarên Girê Spî bê navber berdewam dikin. Welatiyên ku koçber bûne li kampa koçberên Girê Spî bi cih bûne. Rêveberiya kampê li gorî derfetan alîkariya koçberan dike. Piştî belavbûna Vîrusa Koronayê  ji bo parastina koçberan rêveberiya kampê gelek biryarên girîng girtin. Jinên koçber di derbarê parastina wan a ji nexweşiya Vîrûsa Koronayê de ji ajansa me re axivîn.
 
'Di kampê de çûn û hatina derve hatiye qedexekirin'
 
Dayika bi navê Naylê Xelo ya ji gundê Yabisê ku koçberî kampê bûye wiha got: "Ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê em ji gundê xwe koçber bûn, niha li kampa koçberê Girê Spî dimînin. Di kampê de me dikaneke xwe vekir û pê debara jiyana xwe dikin. Ji ber belavbûna Vîrûsa Korona ya li cîhanê di kampê de çûn û hatin hatiye qedexekirin. Di aliyê parastinê de em zehmetiyan dibînin ji ber ku di kampê de hejmara me pir e û konê me nêzî hevdu ne. Me koçber kirin, talan kirin û wêran kirin, niha jî vîrûsa Korona li cîhanê belav bûye. Berê derdê me bes e ger ku Korona derbasî kampê bibe wê giştî kamp pê bikeve, ji ber ku di kampê de derfetên êşîgirtina Vîrûsa Korona kêm in."
 
'Ji ber belavbûna Vîrûsa Korona ya li cîhanê em di kampê de zehmetiyan dibînin'
 
Her wiha dayika bi navê Behiyê Muhemed Muslim ya ji Girê Spî teqez kir ku bi rêya dikana ku di kampê de vekiriye debara zarokên xwe dike û wiha domand: "Di dikanê de çûn, hatin û kombûn jî çêdibe ev yek şaş e. Rêveberiya kampê beriya niha bi demekê gel hişyar kirin, çawa xwe ji Vîrûsa Korona biparêzin û biryarên ku derketin ji bo parastina koçberan giştî bi rêya komînan ji gel re zelal kirin. Ji bo ku kombûn di kampê de çênebe dibistan hatin girtin û niha zarokên me bê xwendin mane. Ji ber belavbûna Vîrûsa Korona ya li cîhan û Sûriyeyê em di kampê de zehmetiyan dibînin. Em daxwaz dikin ku di demeke nêz de derman  ji nexweşiya Korona re bê dîtin û welatî li hemberî vê krîzê bên xelaskirin."
 
'Pêwist e gel biryarên rêveberiyê pêk bînin û li hevdu kom nebin'
 
Di dawiyê de jina bi navê Semîra Muslim ya ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê koçberî kampa koçberên Girê Spî bûye wiha got: "Piştî ku em ji Girê Spî koçber bûn, em li kampê bi cih bûn. Ez mamoste me di kampê de, lê ji ber Vîrûsa Korona me dibistan dan sekinandin û niha li malê zarokên xwe û yên kampê ji vîrûsê diparêzin. Ji ber ku zehmetî, êrîş û koçberî li aliyekî û Vîrûsa Korona li aliyekî. Ger em li ser warên xwe bûna wê derfetên xweparastinê hîn baştir bûbûya. Li kampê zehmetî di aliyê parastinê de hene ji ber ku ji bilî Rêveberiya Xweser tu kes alîkariyê pêşkêşî kampê nake û derfetên rêveberiyê kêm in. Pêwist e gel jî biryarên rêveberiyê pêk bînin û li hevdu kom nebin. Ez bi hêvî me em dest bidin destên hev, xwe ji Vîrûsa Korona û dagirkeriyê biparêzin."