Gulnaz Mihemed: Bila meha remezanê bibe wesîleya bidawîbûna şer

  • 09:07 23 Nîsan 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Rêveberiya Saziya Oldar a navçeya Til Temirê Gulnaz Mihemed derbarê meha remezanê de anî ziman ku ew hêvî dikin meha remezanê bibe sedema bidawîbûna şer û wiha got:"Bi hêvîya heyvek xêr û bereket em dibêjin bila zilma li ser gelê kurd bi dawî bibe. Bila meha remezanê bibe wesîleya bidawîbûna şer."
 
Ji Rêveberiya Saziya Oldar a Navçeya Til Temirê Gulnaz Mihemed bi lêv kir ku ew dixwazin di meha remezanê de gelê kurd û hemû gelên cîhanê di nava aramiyê de bin û wiha got:"Dagirkerên dibêjin em musilman e mixabin di rojên ji bo musulmanan pîroz in jî êrîşî gelê kurd dikin û qetilê pêk tînin."
 
'Rojî yek ji şertê dînê Islamê ye'
 
Gulnazê diyar kir ku rojî yek ji şertê dînê Islamê ye û wiha pênase kir: "Rojî tê wateya parastin û terbiyekirina nefsa mirov . Meha Remezanê ew meh e ku Quran  daketiye û riya rast rê mirovan kiriye, ji bo wê jî  li ser tevahî gelê Misliman di Kitêba Xweda de ‘Quran’ hatiye ferzkirin. Di her salekê de heyva Rojiyê wekî heyvek xêr û bereketa ji musulmanan re tê zanîn."
 
'Rojî  mirovan perwerde dike û sebrê zêde dike'
 
Gulnazê wiha dewam kir:”Rojî laşê mirovan rehet dike û xurt dike. Di aliyê tenduristiyê de jî mirovan ji nexweşiyan diparêze, di heman demê de mirovan perwerde dike û sebrê dide avakirin."
 
'Bi rihê jiyana komînal alîkariya mirovan bikin'
 
Gulnazê bi hatine heyva rojiyê banga alîkariya mirovahiyê kir û wiha pê de çû: "Niha di her taxekê de komînek hatiye avakirin, bi rihê jiyana komînal û bi hatina heyva rojiyê alîkariya mirovan divê yek ji pilansaziya bingehîn be, ku her kes ji bo yek bike û yek jî ji bo her kesî. Bi taybet di vê qonaxa hesas de pêwist e em xwedî li hev derkevin da ku em xeteriya Vîrûsa Korona bi hev re derbas bikin."
 
'Bi hêvîya heyvek xêr û bereket em dibêjin bila zilma li ser gelê kurd bi dawî bibe'
 
Gulnazê axaftina xwe wiha bi dawî kir:"Heyva Rojiyê heyvek xêr û berket e, tiştên herî xweş û balkêş di heyva rojiyê de ku her kes alîkarî dide cîranê xwe, mînak e. Ez bang li tevahî gelên mislman dikim ku rojiya xwe bigirin û alîkariya mirovan bikin. Ji ber ku heyva Remezanê heyva hezkirin û alîkariyê ye. Bi hêvîya heyvek xêr û bereket em dibêjin bila zilma li ser gelê kurd bi dawî bibe. Bila meha remezanê bibe wesîleya bidawîbûna şer. Dagirkerên dibêjin em musilman e mixabin di rojên ji bo musulmanan pîroz in jî êrîşî gelê kurd dikin û qetilê pêk tînin."