'Dewleta tirk bangên navneteweyî yên ji bo rawestandina şer binpê dike'

  • 09:06 23 Nîsan 2020
  • Rojane
MINBIC - Hevseroka Desteya Rêveber a Civaka Sivîl a Minbicê Nezîfa Xelo, derbarê kiryarên dewleta tirk ên li ser herêmê û li ser xeteriya Vîrûsa Koronayê axivî û got: "Dewleta tirk hemû bang û hevpeymanên navneteweyî yên ji bo rawestandina şer binpê dikê, bê ku li rewşa heyî  ya Vîrûsa Korona guhdar bike û ji bo berjewendiyên xwe  kiryarên dijmirovahî derheqê gelê herêmê de dide meşandin."
 
Tevî ku niha tevahî dewletên cîhanê di nava kirîza belavbûna Vîrûsa Koronayê de ne, dewleta tirk êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Bi vê yekê dewleta tirk hemû hevpeyman û bangên navnateweyî yên ji bo rawestandina şeran derbas dike û pêk nayine. Heta niha gelek dever tên toparankirin, ev yek metirsiyê li ser jiyana gelek mirovan dide çêkirin. Têkildarî mijarê Hevseroka Desteya Rêveber a Civaka Sivîl li Minbicê Nezîfa Xelo, nêrîna xwe parve kir.
 
'Dewleta tirk herêmên aram topbaran dike'
 
Nezîfa di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bangên navneteweyî yên ji bo rawestandina şer û wiha got: "Di meha borî de civaka navneteweyî ji bo belavbûna Vîrûsa Koronayê bang li hemû aliyên ku di nava şer û pevçûnan de ne kir ku van şeran bidin rawestandin û tenê ji bo rêgirtina li pêşiya Vîrûsa Koronayê, tev bigerin.  Ji aliyê xwe ve jî hêzên QSD’ê ev bang pêşwazî kirin û hemû çalakiyên xwe dane sekinandin. Lê dewleta tirk ev yek ji bo xwe pêşwazî nekir û heya niha herêmên aram li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran, dike. Bi vê yekê dewleta tirk hemû bang û hevpeymanên navneteweyî binpê dike, bê ku li rewşa heyî ya belaviya vîrûsê baldar be."
 
 'Dewleta tirk kiryarên dijmirovahî derheqê gelê herêmê dide meşandin'
 
Di dewamiya axaftina xwe de Nezîfa bal kişand ser guhertinên demografîk yên ku dewleta tirk li bajarên mîna Serêkaniyê û Girê Spî çêdike û wiha domand: "Li bajarên dagirkirî weke Serêkaniyê û Girê Spî dewleta tirk guhertinên demografîk çêdike, gelê herêmê koç dike û malbatên çeteyan li şûna wan bi cih dike. Ev yek dihêlê ku Vîrûsa Koronayê bi lez belav bibe. Dewleta tirk bê ku li rewşa heyî guhdar bike, kiryarên dijmirovahî derheqê gelê herêmê dide meşandin. Divê rêxistinên mirovî û civaka navneteweyî rê li ber kiryarên dewleta tirk bigire.”
 
'Dewleta tirk bi rêbazên cuda yên ku vîna gel hedef digire, êrîş dike'
 
Nezîfa di nava nirxandina xwe de balê dikşîne ser kiryarên dewleta tirk ên derheqê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û wiha pê de çû: "Dewleta tirk bi hemû hovîtiya xwe kiryarên xwe ser herêmên me didomîne. Dewleta tirk ji bilî êrîşan, bi rêbazên cuda yên ku vîna gel hedef digire êrîş dike. Li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêdîviyên herikîna jiyanê dide rawestandin û xerakirin. Bendavên avê, ceyranê xera dike û dide rawestandin û gelê herêmê ji dewlemendiya wê mehrûm dihêle. Heya niha tu dengeyên navneteweyî ji bo kiryarên Tirkiyeyê derneketiye pêş û gelê herêmê bi wehşiyeta dewleta tirk re rû bi rû dimîne."
 
'Dewleta tirk dixwaze rewşa vîrûsê  ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne'
 
Nezîfa di dawiya axaftina xwe de berxwedana gel a li hember kiryarên Tikriyeyê anî ziman û ev tişt got: "Li hember van kiryaran dîsa berxwedana gelê me li pêş e. Li bajarên  Tirkiyeyê nexweşiya Vîrûsa Koronayê pir belav bûye, ji bo wê dewleta tirk dixwaze vê nexweşiyê derbasî herêmên me jî bibe. Vîrûsa Koronayê bandor li ser tevahî dewletê cîhanê kiriye, ji bo wê dewleta tirk dixwaze vê rewşê ji bo berjewendiyên xwe bide bikaranîn û li ser axa me pêk bîne. Em niha di navbera şerê dewleta tirk û nexweşiya Vîrûsa Koronayê de ne. Divê dewleta tirk kiriyarên xwe li ser hêrêmên me bide rawestandin."