'Ragihandina YPJ’ê bi kamereya xwe rûmeta civakê û hebûna jinê parast'

  • 09:05 23 Nîsan 2020
  • Rojane
Sara Eylûl
 
QAMIŞLO - Bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî Endamên Ragihandina YPJ'ê axivîn û gotin: "Em di wê zanebûnê de ne ku  rê li pêşiya rastiyê nayê girtin, êdî ew zanebûn bi saya şopdarên şervanên heqîqetê û ragihandina azad wê  her zindî bimîne. Ragihandina YPJ’ê bi kamereya xwe rûmeta civakê û hebûna jinê parast. "
 
Di 22’yê Nîsana 1898'an de Mîr Mîdhat Bedîrxan li Qahîra paytexta Misrê yekemîn rojnameya Kurdî ya bi navê "Kurdistan" weşand û ji wê demê de li tevahî Kurdistanê ew roj weke Roja Rojnemegeriya Kurdî tê pîrozkirin. Bi boneya vê rojê Endamên Ragihandina Jinê Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ)  nêrînên xwe ji me re parve kirin.
 
'Mîr Mîdhat Bedîrxan dixwest rastiya ku kurd dijî derbixîne holê'
 
Endama Ragihandina YPJ'ê Aras Mahsum di destpêka axaftina xwe de behsa derketina rojnameya yekem Kurdistan kir û wiha got: "Ev bû sê sal ez cihê xwe di ragihandina YPJ'ê de digirim. Dema mirov ragihandinê bi dest digire, di sala 1898'an de rojnameya yekem a bi navê 'Kurdistan'  ji aliyê Mîr Mîdhat Bedîrxan ve hat derxistin, mirov bi bîr tîne. Di wê demê de Mîr Mîdhat Bedîrxan dixwest rastiya ku kurd dijî derbixîne û ji  raya giştî re parve bike. Di wê demê de jî  împaratoriya Osmaniyan hebû, ji bo rojnameya Kurdistan astengî derdixist û heta roja îro jî ev astengî dewam dikin. Di roja îro de jî rojnamevanên Kurd li Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraqê rastî hegemonên dewletan tên. Dewletên desthilatdar dixwazin rastiya ku tên jiyîn ser wan bigirin, dixwazin îrade û cesareta ku di hudirê kurdan heye qir bikin."
 
'Heqîqeta me azadî ye'
 
Aras di domandina axaftina xwe de behsa rojnamevanên jin kir û wiha pê de çû: "Em wek ragihandina jinê heqîqeta me ew e rastiya ku tê jiyîn di hemû zaravî, sadebûn û xweşikbûyina wê bidin raberkirin. Dema mirov dibêje ragihandin cihê baweriyê ye, ji bo wê jî em dixwazin tiştên ku civaka me dijî derxînin pêş. Her ragihandin li gor fikirê xwe rastiya xwe dide pêş, heqiqeta me jî azadî ye û em azadî, jiyana wekhev û îrade derdixînin pêş. Di jiyana me de jî tiştê herî bi wate jin bi îradeya xwe şer û xebat dike. Jin di hemû qadan cihê xwe digire, ji bo wê jî tiştên ku tên jiyîn em hemûyan derdixînin pêş, ji ber ragihandin bi heqîqetê tê nasîn. Em rastî û qehremantiya şervanên YPJ'ê bi hemû xweşikiya wê didin pêş, çi kenek be, govendek be, tîliliyek be, stranek be, çek paqijkirin û wêne çêkirin be em derdixînin pêş."
 
'Ragihandina jinê şerê ku dihat kirin kêlî bi kêlî dişopand û ji raya giştî re parve dikir'
 
Aras balkişand ser şerên ku YPJ'ê kirî û serkeftinên ku  bi dest xistine û wiha dewam kir: "Şerê yekem li Kobanê dest pê kir û ragihandina YPJ'ê rastiya ku dihat jiyîn bi hemû rastiyên wê derxist pêş. Ragihandina YPJ'ê ji bo azadiya jin, welat, zarok û parastina gel  her têdikoşe. Ragihandina jinê şerê ku li hember çete û dewleta tirk dihatin kirin kêlî bi kêlî dişopandin û ji raya giştî re parve dikirin. Gelek hevalên me yên jin li Şehbayê Eylûl, li Efrînê Ruhenda, li Cizîrê Şîlan û li Girê Spî jî Dilovan jiyana xwe ji dest dan. Van hevalana li hember hovîtiya dijmin şer kirin û rastiya ku dihat jiyîn ji raya giştî re parve kirin. Şehîd Dilovan di hemû şeran de cihê xwe girt, di êrîşên çeteyan de jî û herî dawî êrîşên dewleta tirk de jî kêlî bi kêlî şerê ku dihat jiyîn ragihand. Herî dawî Dilovan berî objektifa xwe da Girê Spî û rastiya ku dihat jiyîn û qehremantiya ku şervanên YPJ'ê raber dikirin, bi cesareta xwe li wê derê rastî dişopand û li wir jî jiyana xwe ji dest da.” 
 
'Israra me ew e ku heqîqeta ku tê jiyîn ji raya giştî re parve bikin'
 
Aras herî dawî  diyar kir ku ew ê xeta rojnamevanên azad ên ku her dixwestin rastiyan derxîne bişopînin û wiha got: "Em wek şervanên jin ên azadîxwaz û yên ku dixwaze rastiyan derxîne em ê xwe xurt  bikin  û di xeta şehîdan de bimeşin. Xeta rojnamevanên azad ên ku her dixwestin rastiyan derxînin û oxira wê de canê xwe feda kirin, em ê şopdarê rêya wan bin. Em wek ragihandina YPJ'ê ji bo vê xetê biparêzin û ji bo herikîna jiyanê ber bi azadiyê ve, em ê bihêlin ku were parastin, em ê kar û xebatê xwe  jî berdewam bikin. Israra me wê ew be ku heqîqeta ku tê jiyîn ji raya giştî re em parve bikin."
 
'Rojnamevanên jin xweşikbûna jiyanê derdixînin pêş' 
 
Endama Ragihandina YPJ'ê Rêjîn Lezgîn di destpêka axaftina xwe de Roja Rojnamegeriya Kurd li hemû rojnamevanan pîroz kir û wiha got: "Em roja rojnamegeriya kurdî, li hemû rojnamegerên ku li ser kar in, rojnamevanên ku hatine girtin û rojnamevanên ku di oxira rastiyê de jiyana xwe ji dest dane pîroz dikin. Ji dîrokê bigire heta roja îro xebatê xweser ên ragihandina jinê ji  hemû aliyan ve dewam dike. Rojnamevanên jin di aliyê etîk û estetîk de xweşikbûna jiyanê dide der." 
 
'Rastiya ku ragihandina jinê derxist pêş li ser adalet û heqîqetê ye'
 
Rêjin diyar kir ku ragihandina YPJ'ê  yekem kovara bi navê Tevna YPJ'ê dest bi karê xwe kir û wiha domand: "Wek ragihandina jinê jî me di aliyê avabûn, berfirehbûn û rêxistinbûna artêşa jinê de cihê xwe girt. Piştî avabûna artêşa jinê (YPJ) ragihandina jinê jî piştî 2 salan  ava bû. Ragihandina YPJ'ê kovara bi navê Tevna YPJ'ê dest bi karê xwe kir, di wê kovarê de rastiya şervanên YPJ'ê  û destanên rastiyê dihat nivîsandin. YPJ'ê di aliyê leşkerî, zanistî û ronîkirian civakê de derket pêş. Piştî kovarê karê dîtbarî û nivîskî jî dest pê kir. Di dîtbarî de jiyana YPJ'ê û xebatê YPJ'ê dihat derxistin. Dîmenên ku berxwedana YPJ'ê didan  pêş, hişt ku ragihandina YPJ'ê binirxîne. Di şerê Kobanê de rastiya ku ragihandina jinê derdixist pêş li ser rastiya adalet û heqîqetê ye. Jin bi fikir û felsefeya Rêber Apo bawerî û cesareta xwe derxistiye holê. Ragihandina YPJ'ê hişt ku pîvan û rastiya edaletê bê nasîn. Ragihandina YPJ'ê di hemû çeperên pêş ên şer de cihê xwe girtine û li hember dijmin bi pênûs, çek û kameraya xwe parastina xwe kirine.  Ji bo em heqîqetê ji cîhanê re bidin nasîn em li gor rastiyan tev digerin."
 
'Şehîdên me rastiya ku dihat jiyîn raberî tevahî cîhanê kirin'
 
Rêjîn di domandina axaftina xwe de behsa şehîdên ragihandina jinê kir û wiha domand: "Mînaka me ya yekem şehîdên me ne, şehîdên me rastiya şopandina heqîqetê, rêgeza pîvanên heqîqetê û di têkoşînê de israrkirin raberê me kir. Şehîda destpêkê ya ragihandina YPJ'ê şehîd Agirî di şerê Kobanê de cihê xwe girtiye û me di dîmen de wê nas kir, hevalek ku ji bo derxistina rastiyê gelek bi kelecan û morel bû.  Mirov dema dîmenê şehîd Agirî mêze dike, xwesteka kar û rastiyê şopandinê zêde dibe. Şehîd Agirî di şerekî wiha giran de hemû çeperan de cihê xwe girtiye, bi kamera û nivîsa xwe deng veda. Gelek şehîdên me yên jin hene ku mirov bi gotinan nikare wan  îfade bike. Tevahî şehîdên me di kar û xebatê ragihandinê de rola xwe lîstine û rastiya ku dihat jiyîn raberî tevahî cîhanê kirine."
 
'Şehîd Dilovan li pey rastiyê bû û bi jiyanê re dibû yek' 
 
Rêjîn hevaltiya xwe bi şehîd Dilovan re wiha anî ziman û wiha pê de çû: "Di nava ragihandinê de min şehîd Dilovan nas dikir. Dema me şehadeta şehîd Dilovan bihîst me bawer nekir ku jiyana wê sekiniye, ji ber hevaleke bi enerjî  tijîbû û bi jiyanê re diherikî. Dilovan di hemleya Dêrezorê de cihê xwe digirt û dîmenên pir bi wate dikişand û her li kêleka şervanên YPJ'ê disekinî. Di hemleya Dêrezorê de jin û zarokên ku rizgar dibûn şehîd Dilovan him dikişand him jî diçû diket di nava wan de û êşên ku jiyane guhdar dikir.  Şehîd Dilovan bi zarokan re zarok bû, bi mezinan re mezin bû  û bi jinên ciwan re jî wek hevalên xwe nêz dibû. Şehîd Dilovan li pê rastiyê bû bi jiyanê re dibû yek. Piştî têkçûna çeteyên DAIŞ'ê Dilovan mêzekirina xwe ya jiyanê didomand. Şehîd Dilovan herî dawî li Girê Spî li dijî dewleta tirk şerê xwe dewam dikir û li hember zayinperestî,  berxwedan jin û li hember netewperstî têkoşîna yekîtiya gelan bi van zanebûnê tev digeriya.  Rewşa Girê Spî herî dawî ragihand û bi hevalên xwe re gihîşt asta şehadetê." 
 
'Şervanên YPJ'ê bi şerê xwe civak û hebûna jinê diparêze'
 
Rêjîn herî dawî  teqez kir ku rastiya ku YPJ dijî  ew ê bi nivîs û dîmenê wê zêdetir derbixînin  pêş û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em di wê zanebûnê de ne ku rê li pêşiya zanebûnê nayê girtin, êdî ew zanebûn bi saya  şopdarên şervanên heqîqetê û ragihandina azad wê dewam bike. Şervanên YPJ'ê bi şerê xwe civak û hebûna jinê diparêze. Em ê her rastiya ku YPJ dijî bi nivîs û dîmenê xwe zêdetir derbixînin, pêş.  Herî dawî jî Rêber Apo rola ragihandinê nirxandibû, me bi xwe jî ji nirxandina Rêber Apo pir hêz girt. Rola ragihandinê ji bo me çi ye di fikir û  ramanê wî de me nas kir. Ji bo wê  hewildanê me zêdetir bibe û em ê şopdarê şehîdên xwe bin."