Ayşe Gokkan: Em ê têkoşîna jinê berdewam bikin

  • 09:04 23 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan li ser rojeva jinê nirxandin kir û got: “ AKP û MHP bi qanûnên derdixin  û bi polîtîkayên pêş dixin li dijî civakê sûc dikin.  Li dijî van polîtîkayan em ê têkoşîna jinê berdewam bikin.”
 
Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, li ser bandora vîrusa koronayê (Covîd -19) a li civakê, tundiya li nava malê ya zêde dibe, qanûna înfazê ya nû û rojevê nirxandin kir.  Ayşeyê diyar kir ku hemû cîhan di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe, lê biryarên derbarê jinan de ku nîvê civakê ne tên niqaşkirin mirov aciz dikin.  Ayşeyê got ku mafê tu mêrî tüne ye derbarê jinan de biaxive lê AKP ji roja bûye îktîdar jinan hedef digire. 
 
‘Me ev rojev teşîr kirin’
 
Ayşeyê anî ziman ku tecawiz û şîdeta li ser jinê her ku diçe zêdetir dibe û rejîma AKP'ê li cihê bi pirsgirêka koronayê mijûl bibe , qanûna ku şîdeta li ser jinê û zarokan zêde dike tîne meclîsê. Ayşe wiha dirêjî da axaftina xwe: " Bi taybetî jî zarok û jinên ku bi êrîşên zayendî re rûbirû dimînin,  mijara efûyê li ser wan tê niqaşkirin. Ger ku hikûmet ji niha de van niqaşan bike helwesta wê ew e ku ji biçûkantî de vîna zarokan bişkêne û wan tevlî pergala xwe bike. Niha jî ev hikûmet di ser zarokan re efûyê tîne meclîsê û nêzikatiya xwe ya li ser mijarê aşkere dike. Li Tirkiyeyê li cihê ku dive pirsgirêkên sîyasî, civakî, çandî û tenduristiyê werin çareserkirin, AKP-MHP rojevên li ser zêdebûna şîdet, tacîz û tecawizan ava dikin. Fikr û stratejîyên rejîma AKP-MHP'ê cesarete dide meran û bêhtir li dijî jian û zarokan tundî têk kirin. Me çend caran ev rojeven wan teşîr kirin "
 
‘Ev qanûn pêşiya zewaca zarokan vedike’
 
Ayşe diyar kir ku roj roja piştgiriyê ye û wiha axivî: " Di vê pêvajoyê de herî zêde pêdiviya civakê bi piştgirî, aştî û têkoşîna wekhev heye lê mixabin li cihê vê hertim gotinên wekî dijminatî ji rojevê kêm nabin. Her roj şer û êrîşan zêdetir dikin û amadekariyên polîtîkayên qirkirinê dikin. Em wek tevgera jinê ji bo pêşiya wê dijminantiyê  bigirin berpirsiyarên xwe bi cih tînin. Îro heke ev hikûmet di meclîsê de zewaca zarokan tîne rojevê, ev tê wateya têkçûna wê. Ger ku ev mijara tê niqaşkirin di meclise re derbas be? wê  pêşiya zewacên zarokan û ensestê veke. "
 
‘Divê saziyên vala veguherînin stargehan’
 
Ayşeyê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku li her bajar û navçeyan saziyên wekî zanîngeh, dibistan û  gelekên ji ber şewba koronayê hatine valakirin û  bang li hikûmetê kir ku van saziyan ji bo jinan veguherînin stargehan. Ayşeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê pêvajoyê de şîdeta li ser jinê her ku diçe zêde dibe û gelek saziyên dewletê jî hatine valakirin. Veguhestina van saziyan ji bo jinan wekî stargeh gaveke girînge ku bê avêtin.  Em wek TJA’yê ligel saziyên jinan di derheqê wan mijaran de hertim xebatên xwe dimeşîn.  Lê mixabin ji ber şewba koronayê tevger û çalakiyên me hinekî kêm bûn.  Zihniyeta ku niha derketina derve qedexe dike û bi şovên xwe mijaran diguherre. Herî dewî  bi şova îstifayê xwe nîşan da û pakêda darazê di meclise re derbas kir. Li her welatî li hemberê şîdeta li  ser jinê bergirî tên girtin, lê Tirkiye beravajî vê êrişî deskeftiyên me dike û bi qeyûman dest dide ser saziyên me.”
 
‘Qirkirina jinê di heman deme de qirkirina civakê ye’
 
Ayşe anî ziman ku ji ber fikr û ramanên xwe yên azadî, wekhevî û xweparastinê niha bi hezaran girtî hene li girtigehan û li derveyî pakêta darazê ya nû di meclise re derbas bû hatine hiştin. Bi vê pakêtê re  tenê kesên tacîz û tecawizan dikin serbest berdan. Ev nêzikatî  nayê qebûlkirin. Ayşe wiha dawî da axaftina xwe: “Şîdeta li ser jinê  hatiye asta ku hestiyên zarokên dayikan ji wan re bi rêya kargoyê bên şandin. Heke dayikek cenazeya zaroka xwe bi rêya kargoyê digire ev tê wateya ku, hemû nirx û manewiyata mirovahiyê hatiye binpêkirin. Ev nayê qebûlkirin. Em wek TJA’yê li dijî vê zilm û zihniyeta qirêj ji têkoşîna xwe tawizê nedin û ji bo azadiya jinê têkoşîna me berdewam e. Her wiha ez ji vir  bang li mêran jî dikim ku di nav malê de li dijî jin şîdetê pêk neynin. Ji ber ku ew şîdet roj tê li wan jî vediger. Şîdeta li ser jînê di heman demê de şîdeta li ser civakê ye.  Qirkirina jinan di heman deme de qirikirina civakê ye. Di vê mijarê de divê mêr hestîyar tevbigerin û piştgiriyê bidin têkoşîna jinan.”