Sabûha Akdag: Em bi kampanyayê piştevaniya di nava civakê de mezin dikin

  • 09:01 23 Nîsan 2020
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê di çarçoveya "Kampanyaya Malbatên Xwişk û Bira" de xwe gihandin 4 hezar malbat. Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Sabûha Akdag, diyar kir ku bi kampanyayê di nava malbatan de piştevaniyê mezin dikin û got: "Ligel xebatên kampanyayê, xebatên me yên li dijî şîdeta li hemberî jinê jî didomin. Me li dijî şîdetê Maseya Krîzê ya Jinê jî ava kir û em xwe dighînin jinan."
 
Di pêvajoya vîrûsa koronayê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo piştevaniyê "Kampanya Malbatên Xwişk û Bira" da destpêkirin.  Xebatên kampanyayê li her bajarê Tirkiye û herêmê didomin. Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê, di çarçoveya kampanyayê de heta niha xwe gihandine 4 hezar malbatan. Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabûha Akdag di derbarê kampayayê ji ajansa me re axivî 
 
Sabûha, anî ziman ku di vî pêvajoyê de ji bo alîkariya malbatan bikin hewl didin ku piştevaniyê mezin bikin. Sabûha, diyar kir ku rêxistina wan a bajêr û yên navçeyan, endamên partiyê û komîsyonên taxan, malbatan tespît dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heta niha 4 hezar malbat hatin diyarkirin. Nezî 493 malbatan re alîkarî hat dayîn û 356 malbat jî bi malbatên dinê re têkilî danîn. Beriya kampanya dest pê bike jî bi saziyên din re nêzî 80 malbatê re berhemên zad û paqijiyê hatin dayîn. Şaredariya me ya Silopiyê ji 720 malbatan re alîkariya berhemên paqijiyê û zadê kir. Xebatên me ya ji bo kampanyayê bê navber didomin. Çi ji destên me tê em alîkariya malbatan dikin. Di vir de em ne bi tenê malbatan digihînin hevdû her wiha di navbera malbatan de em dibin pirekî jî.”
 
Li dijî şîdetê Maseya Krîzê ya Jinê hat avakirin
 
Sabûha, diyar kir ku di pêvajoya nexweşiyê de şîdeta li hemberî jinê bêtir zêde bû û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em wek Meclîsa Jinên HDP’ê ya Şirnexê di vê mijarê de xebatek da destpêkirin û me Maseya Krîzê ya Jinê ava kir. Hem li navendê û hem jî li navçeyan maseya krîzê hatin avakirin. Di çarçoveya avakirina maseyê de armanca me ew e ku jinên bi şîdetê re rûbirû mane xwe bigihînin me. Ji xwe di pêvajoya pêşî de jî zext û tundiya li dijî jinê gelek zêde bû. Di vê pêvajoyê de mêr jî li malê ne û ev tişt jî şîdeta li hemberî jinê du qat zêde dike. Di vê xebatê de jî tenê xebatkar û rêvebirên jin ên navend û navçeyên cih digirin. Her wiha me xeta xwe ya ‘Xeta Tundiyê’ ava kir ku jin zûtir xwe bighînin me."
 
‘Piştgirî dide jiyîn’
 
Sabûha, da zanîn ku li hemberî kampanyayê nêzîkatiyên malbatan erênî ye û wiha pêl da axaftina xwe: "Em di çarçoveya 'Kampanyaya Xwişk û Bira' de em alîkarî didin malbatên xwe. Em dixwazin piştevaniya di nava malbatan jî pêş bikeve û bên cem hev. Îktîdar pêdiviyên gel bi cih nayne. Em her tim li cem gelê xwe bûn û em ê wisa jî bidomînin. Ev krîza ku îktîdar ava kiriye ji bo ku gel bedelên giran nedin me ev kampanya da destpêkirin. Em dibêjin piştgirî dide jiyîn.”
 
‘Têkiliya xwe ya di navbera gel de jî xûrt bikin’
 
Sabûha, di dawiya axaftina xwe de li ser armanca kampanyayê wiha rawestiya: "Ne tenê pişgiriya aboriyê,  em dixwazin malbat bên cem hev û bi vî awayî civakîbûyînê xûrt bikin. Em dixwazin di vî pêvajoyê de alîkariya malbatan bikin. Her wiha têkiliya xwe ya di navbera gel de jî xûrt bikin. Di qada jiyanê de çi dibe bila bibe em xwedî hevdû derbikevin û jiyanê mezin bikin. Em dixwazin malbatên ku rewşa wan başe alîkariya malbatên ku benda alîkariyê ne bikin. Banga me jî jina ew e ku werin em dengê xwe bigihînin hevdû. Bila xwe bigihînin maseya me ya krîzê.”