ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2020’AN

  • 09:00 23 Nîsan 2020
  • Rojev
*Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê di çarçoveya "Kampanyaya Malbatên Xwişk û Bira" de xwe gihandin 4 hezar malbat. Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Sabûha Akdag, diyar kir ku bi kampanyayê di nava malbatan de piştevaniyê mezin dikin û got: "Ligel xebatên kampanyayê, xebatên me yên li dijî şîdeta li hemberî jinê jî didomin. Me li dijî şîdetê Maseya Krîzê ya Jinê jî ava kir û em xwe dighînin jinan." BI DÎMEN 
 
*Mamosteyên zimanê kurdî  bang li zarok, ciwan û mezinan kirin ku van rojên îzalasyonê ji xwe re bikin fersend û wiha gotin: “Ne zanîna zimanê zikmakî kêmasiya herî mezin e.  Ji bo sererastikina vê kêmasiyê werin em van rojan bikin rojên fêrbûn, axaftin û pêşxistina ziman .” BI DÎMEN
 
*Bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî Endamên Ragihandina YPJ'ê axivîn û gotin: "Em di wê zanebûnê de ne ku  rê li pêşiya rastiyê nayê girtin, êdî ew zanebûn bi saya şopdarên şervanên heqîqetê û ragihandina azad wê  her zindî bimîne. Ragihandina YPJ’ê bi kamereya xwe rûmeta civakê û hebûna jinê parast. " DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Desteya Rêveber a Civaka Sivîl a Minbicê Nezîfa Xelo, derbarê kiryarên dewleta tirk ên li ser herêmê û li ser xeteriya Vîrûsa Koronayê axivî û got: "Dewleta tirk hemû bang û hevpeymanên navneteweyî yên ji bo rawestandina şer binpê dikê, bê ku li rewşa heyî  ya Vîrûsa Korona guhdar bike û ji bo berjewendiyên xwe  kiryarên dijmirovahî derheqê gelê herêmê de dide meşandin." DÎMEN HEYE
 
*Rêveberiya Saziya Oldar a navçeya Til Temirê Gulnaz Mihemed derbarê meha remezanê de anî ziman ku ew hêvî dikin meha remezanê bibe sedema bidawîbûna şer û wiha got:"Bi hêvîya heyvek xêr û bereket em dibêjin bila zilma li ser gelê kurd bi dawî bibe. Bila meha remezanê bibe wesîleya bidawîbûna şer." DÎMEN HEYE
 
*Jinên ku ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê ji Kantona Girê Spî koçber bûne û niha li kampa koçberên Girê Spî bi cih bûne wiha gotin: "Li kampê zehmetî di aliyê parastinê de hene ji ber ku ji bilî Rêveberiya Xweser tu kes alîkariyê pêşkêşî kampê nake û derfetên rêveberiyê kêm in. Zehmetî, êrîş û koçberî li aliyekî û Vîrûsa Koronayê li aliyekî." DÎMEN HEYE
 
*Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan li ser rojeva jinê nirxandin kir û got: “ AKP û MHP bi qanûnên derdixin  û bi polîtîkayên pêş dixin li dijî civakê sûc dikin.  Li dijî van polîtîkayan em ê têkoşîna jinê berdewam bikin.” DÎMEN HEYE
 
*Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz ku piştî qeyûm tayînê şûna wê hat kirin hat girtin û şandin girtîgeha Tarsusê. Xwişka wê Yuksel Elîk wiha got: “Tecawizkar, kujerên jinan, çete hemû hatin derxistin. Vîrus her diçe belav dibe. Li girtîgehan derfetên xweparastinê tune. Em bi fikarin.” DÎMEN HEYE
 
*Nûnera Însiyatîfa Navneteweyî ya Aştiyê ya li Kurdistanê- Ji bo Ocalan Azadî, Havîn Guneşer pergala Îmraliyê nirxand û got: “Em bi rejîmeke ku ne li gorî tu pîvan û nirxên ahlaq re rûbirû ne. Lê bihar wê tevî her tiştî bê. Birêz Ocalan tevî her tiştî bi têkiliya ku bi jiyanê û heqîqetê re ava kiriye azad e.”
 
*Parêzvana mafê zarokan Ezgî Koman da zanîn ku zarok tenê rojekê tên rojevê û dewlet hevrûbûnek samîmî pêk nayne û got: “Qanûnên tên derxistin zarokan esas nagirin. Berjewendiyên siyasetmedaran esas digirin.
 
*Dapira girtiyê bi navê Mustafa Koç yê du mehe li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 1 a Tarsusê dimîne û nexweşê dil e, Berîtan Koç wiha got: “Neviyê min got çend roje laşe wiî zêde germ dibe  û qirika wî diêşe. Tevî ku daxwazname daye jî nebirine nexweşxanê an jî revîrê. DÎMEN HEYE