Tulay Hatimogulları: Em bang li CPT'yê dikin ku peywira xwe bikin

  • 15:49 22 Nîsan 2020
  • Rojane
EDENE - Tulay Hatimogllari ya HDP'yî derbarê pirsgirêkên di encama têkoşîna li dijî Vîrusa Koronayê derdikeve derve de nirxandin kir. Tulayê di nirxandinê de bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:"Em bang li CPT'yê dikin ku peywira xwe bikin."
 
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogulari derbarê pirsgirêkên di encama têkoşîna li dijî Vîrusa Koronayê derdikeve derve de civîna çapemeniyê li dar xist. Daxuyanî li avahiya HDP'ê ya Edeneyê pêk hat. Tulayê di daxuyaniyê de got:"Dibêjin li mal bimînin lê fabrîkayên li Edene û Stenbolê hîn nehatine sekinandin. Karker li wir dixebitin. Ev jî xetereya belavbûna Vîrusa Koronayê bi xwe re tîne."
 
'Me zagona înfaza wekhev parast'
 
Tulayê got:"3'yemîn pakêta darazê ji aliyê meclîsê hat qebûlkirin. Me zagona înfaza wekhev parast. Wezîrê tenduristiyê diyar kir ku Vîrus ji kesekî derbasî 16 kesî bûye. Heger li derve rewş wiha be li girtîgehan ev rewş dijwartir e. "
 
'Em bang li CPT'yê dikin ku peywira xwe bikin'
 
Tulayê bal kişand ser serîlêdana parêzerên Abdullah Ocalan û wiha got:"Birêz Abdullah Ocalan 71 salî ye û nexweşiyên wî yên kronîk hene. Di van rojên koronayê de Îmrali çawa tê parastin em nizanin. Em bang li Komisyona Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dikin bila peywira xwe bikin."
 
'Em bang dikin ku pira xwişk û biratiyê bê avakirin'
 
Tulayê herî dawî wiha got:"Tevî hemû astengiyan em hewil didin ku kampanyaya xwe ya xwişk û biratiyê bidomînin. Em vê kampanyaya xwe dixwazin di navbera Kurd, Ermenî, Tirk, Sunî, Pomak, Xiristiyan, Elewîyan de pirekê ava bikin. Em bang dikin ku pira xwişk û biratiyê bê avakirin."