Li gundê Mêrdînê dema karantînayê hat dirêjkirin
- 14:34 22 Nîsan 2020
- Rojane
MÊRDÎN - Hefteyek din karantînaya li Gundê Endewl û Heramiyê yên Navçeya Dêrikê hat dirêjkirin.
Ji ber vîrûsa korona gundên Heramiye û Endewlê yên navçeya Dêrika Mêrdînê di 8'ê Nîsanê de xistibûn karantînayê. Karantîna gundan ku diviya îro bi dawî bibe, lê hefteyek din jî hat dirêjkirin. Leşkerên ku di ketin û derketina gundan de nokteyên kontrolê ava kirine destûr nadin ku kes ji derve biçe gund û ji gund derkevin derve. Li gundan heta niha 15 kes bi şika şewb bi wan re heye di bin karantînayê de têne girtin.
Li Gund û mezrika ku nifûsa wî 3 hezar û 200 kes in, piştî şewb belav bû 200 karker ji Stenbolê vegeriya bûn gund. Piştî vegerê bave 2 zarokan Nurettin Çinar bi şewba vîrûsê jiyana xwe ji dest dabû. Piştre gund xistibûn karantînayê.
Heta niha gundê Tibyad ê Qoserê, gundê Qesra Ehmed, gundê Qurdîsê û gundê Bernîşt yên Artuklu, gundê Endewl û Heramiyê yên Dêrikê, gundê Deramatine yê Şemrexê û gundê Barman yê Stewrê di karantînaye de ne.