Kongreya Star kiryarên dewleta tirk şermezar kir

  • 13:22 22 Nîsan 2020
  • Rojane
KOBANÊ- Koordînasyona Kongreya Star ya herêma Firatê kiryarên dewleta tirk ên li beramberî jinan û êrîşên li ser Rojava û Başurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke çapemenî li qada jina Azad şermezar kir.
 
Ji dagirkirina herêma Efrîn heya roja îro jî kiryarên dewleta tirk û hevkarên wê zihniyeta xwe ya serdest li ser jinan didin meşandin, di van demên dawî de komên girêdayî dewleta tirk yên li Efrînê bi êrîşekî hovane di 18'ê Nîsanê jina bi navê Fatme Kinê ya 80 salî qetil kirin. Her wiha êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Rojava û Başûrê Kurdistanê didomin. Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê kiryarên dewleta tirk yên  li hemberî jinan û êrîşên li ser Rojava û Başurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke çapemenî şermezar kirin. Di daxuyaniyê de ala Kongra Star hatibû hildan û bi dehan jin amede bûn. Daxuyanî  ji aliyê ji Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl ve hat xwendin. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Ji serê sala 2017'an heya roja îro êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bi rengekî hovane bê navber berdewam dikin. Ji kuştin , talan  wêran , tecawiz û guhertina demografiyê bi her rengî êrîşî ser welatî û sivîlan dikin. Bi taybet sivîlên ku li Efrînê mayî rojane bi lêdan, revandin, tecawiz û kuştinê re rû bi rû dimînin, mînakên vê yekê li Girê Spî, Serêkaniyê û Şehbayê jî hatin tên dîtin. Aniha dîsa careke din jina bi navê Fatme  Kinê  ku ji Efrînê ye li ser destê dewleta tirk bi rengekî hovane hate qetîlkirin. Wekî wê bi hezaran kes bi van rêbazan têne qetîlkirin û ev kiryar hîna jî didomin.  Weke tê zanîn em di demeke gelekî nazik û hesas re derbas dibin.
 
'Dewleta tirk dijmintiya jinan dike'
 
Di vê demê de hemû cîhan bi nexweşiya Korona re di nava têkoşînê de ye û heya niha tu çareserî ji vê virûsê re nahatiye dîtin. Di vê dema hesas de jî em weke gelê herêmê carek din bi êrîş û hovîtiya dewleta tirk re rû bi rû dimînin, di encama van kiriyarên hovane de li Efrînê jina bi navê Fatma ya ku bê suc ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve bi rengekî hovane û nêzîkatiyên derveyî mirovahiyê hate qetilkirin. Ev kiryarên bi vê şêwayê her roj li herêmên ku di bin dagirkeriya dewleta tirk de ne tên jiyîn û jiyana gelên li wan herêman di bin sîha mirinê de didome. Bi salane ku dewleta tirk xaka Başurê Kurdistanê dagir dike, di vê demê de jî hewil dide bi avakirina bergehên leşkerî Zîne Wertê dagir bike û bê navber êrîşî wergeha şehît Rustem Cudî dike, di encama êrîşa 15’ê Nîsanê de jî sê jinên ciwan li wargehê jiyana xwe ji dest dan. 
 
'Ji ber sedema dorpêçê jiyana gelê Mexmûrê di tahlukeyê de ye'
 
Ev 9 meh in ku partiya PDK’ê wargeha şehîd Rustem Cudî kiriye bin dorpêçê gelê wargehê di nava zehmetiyên herî mezin de li ber xwe didin û bi derfetên kêm tedibîrên xwe li beranberî virusa korona digirin. Êrîşên deweleta tirk yên li ser herêmên Kurdistanê bi alîkariya hikumeta herêma Kurdistanê ve tên meşandin. Di vê demê de herêmên Başurê Kurdistanê di bin berpirsiyartiya partiyên PDK, YNK û hûkmeta dewleta Iraqê de ne, bêdengiya wan ya li beranberî êrîşên dewleta tirk raste rast dibe hevkariya wan ya bi dewleta tirk re. Herî dawiyê jî daxuyaniya Serokê PDK’ê Nêçirvan Barzanî ku dibêje pêwîst e PKK’e ji Başûrê Kurdistanê derkeve tevî ku di rizgarkirina Şengal û Mûsilê de PKK’e roleke sereke lîst ev îdea nîşan didin ku Hikûmeta Başûrê Kudistanê girêdayî berjewendiyên xwe ye û hevkarê dewleta tirk e. Banga me ji tevahî hêzên navnetewî, mafên mirovan  û rêxistina tenduristî ya cîhanî rê heye ku bi erk û berpirsyariya xwe li hember kiryarên dewleta tirk bêdeng nemînin û nebin temaşevan, her wiha ji bo nexweşiya Koronayê bibin yek ji bo parastina mirovahiyê û banga me ji bo Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê heye ku pêwîstiyên tenduristî derbasî wargeha Mexmûrê bikin, ji ber ku jiyana gelê Mexmûrê di xeteriyê de ye. Di dawiyê de em bang li hemû gelê cîhanê yê azadî xwaz dikin ku xwedî li mafê mirovan û jinan derkevin. Em hemû bibin yek li dijî her cure dagirkeriyê têbikoşin."