MED TUHAD -FED: Pêdiviya sereke Yekîtiya Neteweyî ye

  • 13:20 22 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - Bi minasebeta êrîşên demên dawiyê ya li hemberî kurdan, MED TUHAD-FED daxuyaniyek da û got: "Em dixwazin ku partiyên me yên siyasî, saziyên me yên sivîl, hunermend, nivîskar û rewşenbîrên me bi erka netewî rabin û berpirsyarî bigirin ser xwe, Yekîtiya Neteweyî pêk bînin." 
 
Têkildari êrîşên dawiyê ya li hemberî kurdan, Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya Malbatên Girtiyan a MED'ê (MED TUHAD-FED), daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser pêwîstiya avakirina yekîtiya neteweyî. 
 
Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: "Di van rojên ku tevahî cîhan û mirovahî ji li hemberî vîrûsa koronayê di nava têkoşînê de ye de, hêzen serdest ji bo qirkirina Gelê Kurd a çandî û fizîkî ji polîtîkayên xwe kirêt û qirker bênavber didomînin. Netew dewletan di navbera gelê Kurdistan de sînorên çêkirî ava kirine, bi vê yekê jî qutkirina têkiliya di navbera gelê me de hatiye xwestin û armanckirin. 
 
Divê yekîtiya netewî pêk bê
 
Hêzên serdest sedan sal in Gelê Kurd şandiye sirgun û mişaxtiyê, di îşkenceyên giran ên hovane de derbas kirine û avêtiye zîndanan, bi komkujî û êrîşên dijwar re rû bi rû hiştine. Di van rojên ku em êş û jana komkujiya Halepçe ji kûr jiyan dikin de, li Başurê Kurdistan pêşketinên neyînî heye. Em baş dizanin ku hêzên serdest bêyî ku cudahiyekê bixin navbera partiyan, hemû destkeftiyên Kurd û bi awayekî giştî hebûna Kurd wek xeteriyeke mezin dibînin. Ji ber vê sedemê ye ku bi salan e bi polîtikayên parçekirinê tevgeriyan. Sekna siyasî ya parçe kirî û polîtikayên neyekpare ne li gorî berjewendiyên Gelê Kurd in. Daxwaza gelê me û hogirên gelê me yekîtî û hevgirtin e; ne pêvçuna navxweyî ye. Pêdivî û daxwaza gelê me ya herî bingehîn û sereke pêkanîna Yekîtiya Neteweyi ye. 
 
Bi erka xwe ya netewî rabin! 
 
Li ser vê bingehê, em wek federasyona komeleyên malbatên girtî û cezaxwaran ên Med ê, dixwazin ku partiyên me yên siyasî, saziyên me yên sivîl, hunermend, nivîskar û rewşenbîrên me bi erka netewî rabin û berpirsyariyê bigirin ser xwe. Dîsa tevgerîna raya Kurd a giştî û çapameniya Kurd a biperpirsyariya yekîtiya Kurd a netewî, dê me kêfxweş bike. Xwestek û daxwaza gelê me, ne şerê birakujiyê, lêgerînên yekîtiya Kurd a netewî ye. Em ji hemû aliyên Kurd dixwazin ku bi hişmendiya ku hestyarî û hesasiyeta gelê me raçav nake tevbigerin.
 
Divê rêbazên diyalogê pêşbixin
 
Hêviya me ji hemû partî û tevgerên Kurd ên siyasî ew e ku polîtîkayên li gorî berjewendiyên gelê me bişopînin û di nav lêgerîna çareseriya pirsgirêkan a bi rê û rêbazên diyalogê de bin. Banga me di serî de ji bo Parlemento û hikûmeta Başûrê Kurdistan, ji bo hemû partî, sazî û dezgehên Kurdistanî ye. Rojekê ji roja din û hêj nebûyî dereng bila lêgerîna çareseriya pirsgirêkan a bi rêbazên diyalogê were bipêşxistin û ji bo YEKÎTIYA NETEWî gavên pêwîst werin avêtin!"