MKGP: Rojnamegerên kurd 122 sal in di nava lêgerîna heqîqetê de ne

  • 12:34 22 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - Bi minasebeta 22'ê Nîsanê roja salvegera Rojnamegeriya Kurdî MKGP'ê daxuyaniyek da û got: "Çapemeniya Xweser hem kevneşopiya têkoşîna jinê û hem jî kevneşopiya çapemeniya Kurd da ser milê xwe û ket rê. Rêya me dirêj e. Gelek astengî li pêş me hene. Lê pêşiya vê rêyê ronî ye."
 
Bi minasebeta 22'ê Nîsanê roja salvegera Rojnamegeriya Kurdî, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), daxuyaniyek nivîskî weşand û Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir. 
 
Platformê bi sernavê “Rojnamegeriya kurdî navê ronahiya tariye ronî dike ye" û wiha hat gotin: "Bingeha Rojnamegeriya Kurdî 122 sal berê di bin zext û sirgûniyê de hat avêtin. Çapemeniya Kurd îro li ser vî bingehî berdewam dike. Lê îro jî hêj di bin zext û tundî, sirgûnî, girtin û binçavkirinan de xebatên xwe yê ronîkirina heqîqetê berdewam dike.
 
Sed sal in li hemberî tundiyê têdikoşin 
 
Rojnamegeriya Kurd ji bo televîzyon, rojname, kovar, ajans û weşanên cuda bûye bingehek berfireh. Di nava lêgerîna heqîqetê de ye. Em Roja Rojnamegeriya Kurdî ya bi qîmet pîroz dikin. Çapemeniya Kurd di ve rêwitiya xwe ya pîşeyî ku di bin zext û tundiyan de zêdeyî sed sal in didome, de îmze avêt bin gelek serkeftin û pêşketinan. 
 
Pêşiya vê rêyê ronî ye
 
Yek ji van pêşketin û serkeftinan aliyê xweseriya çapemeniyê ye. Çapemeniya Xweser hem kevneşopiya têkoşîna jinê hem jî kevneşopiya çapemeniya Kurd da ser milê xwe û ket rê. Rêya me dirêj e. Gelek astengî li pêş me hene. Lê pêşiya vê rêyê ronî ye. 
 
Ji ber ku ev rê ji Mîqdad Mîdhed Bedirxan heta Musa Anter, Gurbetelli Ersoz, Ayfer, Nujiyan, Rohat û gelek hempîşeyên me yên ku navê wan di xetên nivîsê de hilnayê û nemir bûne hatiye ronîkirin. Em di vê rêya wan de, bi wêrekî, biryarî û baweriyek mezin  dimeşin."