'Em ê xwedî li gorên zarokên xwe derkevin'

  • 11:18 22 Nîsan 2020
  • Rojane
WAN-Malbatan bertek nîşanî hilweşandina ji aliyê leşkeran a gorên li Çaldiranê kirin û gotin:"Ew çi bikin bila bikin em ê li nirx û goristanên zarokên xwe derkevin."
 
Li gelek navçeyên wanê goristanên HPG'yiyan hatin texrîbkirin. Her wiha hat hînbûn ku hinek goristan wêneyên wan hatine kişandin û alên li ser wan hatine şewitandin. Di 17'ê Nîsanê de leşkeran keya jî girtin ba xwe û li Kuçeyên Kelê û Bolukayayê agahiyên nasnameyên malbatan kom kirin. Malbatan jî bertek nîşanî vê yekê dan. 
 
'Em ji keya hîn bûn ku êrîş kirine'
 
Dayika Îbrahim Sari yê HPG'yî ku li Navçeya Bêşebab a Şirnexê di encama pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû, Emine Atabay anî ziman ku ew ji keya hîn bûne ku goristan hatine texrîbkirin û wiha got:"Leşkeran keya girtine ba xwe û çûne ser goristanan. Wêneyên goristanan kişandine û alên li ser wê şewitandine. Piştre tevî keya hatin malê. Agahiyên nasnameya hevjînê min girtin. Zirar nedan goristanê lê ev nayê wê wateyê ku ew ê zirarê nedên."
 
'Zextên derûnî li me dikin'
 
Emîne da zanîn ku dewlet bi van êrîşana zexta derûnî li wan dike û wiha dewam kir:"Derûniya welatiyan xirab dikin. Loma êrîş dikin. Ez lanetê li van êrîşan tînim. Ew çi dikin bila bikin em serî natewînin. Em ê her dem têbikoşin. Em ê xwedî li gorên zarokên xwe derkevin."
 
'Ev tiştên ku dikin bê ehlaqî û nenaskirina xweda ye'
 
Dayika Wekil Atabay ê HPG'yî ku di 10'ê Hezîrana 2016'an de jiyana xwe ji dest da jî wiha got:"Haya jê tune bû ku leşkeran çûye ser gorê û alên li ser gorê şewitandine. Me bizaniba em ê biçiyan. Dawiyê hatin gotin 'Bavê Wekîl Atabay kî ye'. Agahên nasnameya hevjînê min girtin. Me got hûn çima agahiyan digirin. Gotin em jixwe digirin. Êdî em nizanin ew ê çi bikin. We lawê min kuşt niha di bin axê de ye. Hîn hûn çi dixwazin? Ev tiştên ku dikin bê ehlaqî û nenaskirina xweda ye."