KCD: Rojnamegeriya Kurdî hîmên bingeha Yekîtiya Netewî ye

  • 10:38 22 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - Bi minasebeta 22'ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurdî, KCD daxuyaniyek da û "Rojnamegeriya Kurdî ya ku yek ji hîmên bingeha Yekîtiya Netewî ye. Divê gelê me di her şert û mercan de li rojname û rojnamegerên xwe xwedî derkeve û di nava piştevaniyê de be. Rojnamegeriya Kurdî bêhndana Kurdistanê ye." 
 
Bi minasebeta 22'ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurdî, Kongreya Civaka Demokratik (KCD) daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku rojnamegeriya Kurdî ya ku yek ji hîmên bingeha Yekîtiya Netewî ye û rojnamegeriya Kurdî bêhndana Kurdistanê ye. 
 
Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: "Yekemîn Rojnameya Kurdî di 22'yê Nîsanê 1898'an de bi hevkarî û keda birayên hev Miqdat û Abdurahman li paytexta Misir Qahîre yê hate derxistin. Rojnameya ku ji 4 rûpelan pêk dihat, di navbera salên 1898 û 1902'an de tevahî 31 hejmar hate weşandin." 
 
Ji bo hejmarek 2 hezar rojname dihat çapkirin
 
Piştî weşana yekemîn a rojnameyê Dewleta Osmaniyan ji ber rojnameyê qedexe kir, rojname li Cenevre, London û hin bajarên Ewropayê weşangeriya xwe dewam kir û wiha berdewam kir: "Ji bo hejmarek rojnameyê 2 hezar rojname dihatin çapkirin û li Kurdistanê bi awayekî veşarî dihate belav kirin. Dewleta Osmaniyan ligel qedexekirina rojnameyê ceza li kesên dixwend jî dibarand û ew ceza dikirin.
 
Li hemberî têkoşîna wan rêz digirin
 
Dîroka 22'yê Nîsanê ya roja weşana rojnameyê li Başûrê Kurdistanê ji 22'yê Nîsana 1973'an û vir ve  wekî salvegera damezirandina rojnameya Kurdî hat îlan kirin û her sal tê pîrozkirin. Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk 122'yemîn salvegera damezirandina Rojnameya Kurdî pîroz dikin. Em têkoşîn û keda hemû rojnamegerên ku di şexsê Mîqdat, Abdurehman Bedîrxan û Apê Mûsa de hat dayîn û ji hêla rejîmên faşist ve hatin qetilkirin bi bîrtînin û li hemberî têkoşîna wan rêz digirin.  
 
Rojnamegeran serbest berdin
 
Em bi vê wesîleyê hemû rojnamegerên ku ji pîvanên rojnamegeriyê tawîz nedane û li 4 perçeyên Kurdistanê dîl hatine girtin slav dikin û diyar dikin ku em her daîm ligel wan in û ew ne bi tenê ne. Banga me ji desthilatdaran re ew e ku divê demek ji ya din zûtir hemû rojnamegerên Kurd û yên din ên girtî serbest berdin. Girtina Rojnamegerên ku di vê serdemê de azadiyê ji bo me radigihînin hevsengê astengkirina mafê ragihandina azadiyê ye.
 
Bi berdelên mezin pêşketiye 
 
Ligel hemû tiştî kevneşopiya Rojnamegeriya Kurdî li gorî desthilatdaran bi paş ketiye, lê li gorî Neteweya Kurdî bi dayîna gelek berdêlên mezin hêj mezin bûye û bi pêşketiye. Bi taybetî jî Rojnamegeriya Jinê û asta ku rengê jinê hatiyê, cihê kêfxweşî û şanaziyê ye. Em jî ji ber vê pêşketinê gelek bi rûmet in. 
 
Rojnamegeriya Kurdî bêhndana Kurdistanê ye
 
Rojnamegeriya Kurdî ya ku yek ji hîmên bingeha Yekîtiya Netewî ye, di serdema teknolojî û ragihandinê de divê di çerçoveya exlaqê weşangerî û çapemeniyê de qada objektîf ya bê mezinkirin û berfirehkirin e. Banga me ji gelê me re ew e ku divê gelê me  di her şert û mercî de li rojname û rojnamegerên xwe xwedî derkeve û di nava piştevaniyê de be. Rojnamegeriya Kurdî bêhndana Kurdistanê ye."