ATO: Hejmara kedkarên tenduristiyê yên bi vîrusê ketine bû 169

  • 09:18 22 Nîsan 2020
  • Rojane
ENQERE - Odeya Tabîbên Enqereyê rapora sêyemîn a serdema Vîrusa Koronayê parve kir. Li gor rapora ATO'yê Hejmara kedkarên tenduristiyê yên bi vîrusê ketine bû 169.
 
Odeya Tabîbên Enqereyê rapora sêyemîn a serdema Vîrusa Koronayê parve kir. Li gor rapora ATO'yê Hejmara kedkarên tenduristiyê yên bi vîrusê ketine bû 169.
 
Ji kedkarên bi Vîrusa Koronayê ketine 22 jê Hekîmê Malbatê, 28 Hekîmên Pispor, 13 jê Peywirdarên Hîndekariyê, 20 jê asîstan, 4 jê Hekîmên Diran, 16 jê hemşîre, yek jê dermanfiroş, 10 jê Teknisyenê Tipa Lezgîn, 6 jê Peywirdarên Îdarî, 5 jê Sekreterê Tibî, û yek jê peywirdarê paqijiyê ye.