Meclîsa Jinên Ciwan: Em ê cîhana we ya baviksalarî bi rengê mor bixemilînin

  • 09:16 22 Nîsan 2020
  • Rojane
WAN - Meclîsa Jinên Ciwan a HDP'ê ya Wanê li kuçeyan afîş darde kir û bi vî awayî bertek nîşanî pakêta înfazê da. 
 
Meclîsa Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê bertek nîşanî zagona înfazê ya girtiyên siyasî li derveyî xwe dihêle, da. Meclîsa Jinên Ciwan a HDP'ê ya Wanê li kuçeyan afîş darde kir û bi vî awayî bertek nîşanî pakêta înfazê da. Di afîşan ev peyam hat dayin:"Bi bikeyskirina zagona înfazê zihniyeta baviksalarî ew ê kujerên Ceren û Emineyê serbest berde. Ew ê girtiyên siyasî, akademisyen, rojnameger, Sabahat Tuncel, Gultan Kişanak ji ber mafê jinê parastin, bi hezaran girtiyên jin, jinên ducanî ew ê terkî mirinê bên kirin. Em ê vê yekê qebûl nekin .Em ê cîhana we ya bavilsalarî bi rengê mor bixemilînin."
 
Meclîsa Jinên Ciwan a HDP'ê ya Wanê bang kir û got bila hemû kes şaneşînên xwe bi rengê mor bixemilînin.