'Rojnamegeriya Kurdî şoreşek li pey xwe hişt û mîrasê şoreşa jinê diparêze'

  • 09:12 22 Nîsan 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Jinên rojnamevan yên Radyoya Star, derbarê roja Rojnamegeriya Kurdî de hestên xwe anîn ziman û wiha gotin: "Piştî ewqas salên zehmet mirov bi zimanê xwe rastiyekê ragihîne.Hestên pir xweş bi mirovan re çêdibin. Soza me ye ku em şopdarên heqîqetê bin, ji ber Rojnamegeriya Kurdî şoreşek li pey xwe hişt û mîrasê şoreşa jinê diparêze."       
 
Di 22'ê Nîsana 1898'an de Mîr Miqdad Bedirxan li paytexta Misrê Qahîrayê yekem Rojnameya Kurdî bi navê’Kurdistan’ çap kir. Heya niha rojnamegeriya kurdî di nava tevahî ragihandina cîhanê de, xeta altirnatîf ji xwe  re hilbijart û di nav de jî destkeftiyên gelê xwe parast. Bi vê boneyê re rojnamegeriya kurdî xwe mezin kir û dikarîbû bibe heqîqeta civaka xwe. Têkildarî mijarê jinên rojnamevan yên Radyoya Star bi boneya roja rojnamegeriya kurdî hestên xwe anî ziman.  
 
'Mîrasê ku Celadet Bedirxan li pey xwe hişt, şoreşek di qada ragihandinê de ava kir'   
 
Endama Radyoya Star Mediya Silêman, roja rojnamegeriya kurdi pîroz kir û wiha got: "Gelê Kurd bi hesret bû ku rastiya civaka wê bi çavê rojnamegeriya wê bê dîtin, ji bo vê di nava salên demdirêj de em dikarin bêjin  ku îro xewn û xeyal  bi rastiya xwe, hatin pêkanîn. Mîrasê kuMîr Miqdad Bedirxan li pey xwe hişt, bû sedema ku şoreşek di qada ragihandin de bê avakirin.  Qada ragihandinê yên ku hatine avakirin di oxira wê de gelek bedelên giranbûha hatin, dayin.  Tevî zext û zoriyên ku li pêşiya mirovan derdiketin me dikarîbû em rastiyê, ragihînin. Di zindanên Bakurê Kurdistanê de bi sedan rojnamevan girtîne. Her wiha tên binçavkirin û gelek ji wan jî heya niha rewşa wan ne diyar e. Mirovên ku li pey rastiyê digerin, helbet dewletên desthilatdar weke metirsiyekê ser berjewendiyên xwe dibînin. Ji bo wê rojnemevantî divê berî her tiştî exlaq jê re hebe."
 
'Ragihandina me dengê jina şoreşê ye' 
 
Mediya di dewamiya axaftina xwe de balkişand ser rojnemegeriya jinê, hîmên şoreşa wê û wiha pê de çû:  "Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê, qada ragihandinê di herêmê de gavên pir pêşketî, avêtin . Rojnamevên Rojavayê Kurdistanê kedeke pir mezin didin û bi taybet ragihandina jinê. Ragihandina ku taybet jin digre dest di astên jor de TV, radiyo, ajansên xwe ava kir û bû dengê jina şoreşê. Jin ji gelek mafên xwe hatibû dûrxistin, lê bi şoreşê re dikarîbû hebûna xwe di nava hemû qadên jiyanê de bide avakirin. Jin bûye dengê rastiyê.  Piştî ewqas salên zoriyê, mirov bi zimanê xwe rastiyekê ragihîne, hestên pir xweş bi mirovan re çêdibin. Soza me ye ku em şopedarên heqîqetê bin."
 
'Ragihandina jinê derbasî dilê her jinekê bû' 
 
Nûçegihana Radyoya Star Lîlav Hesen jî derbarê roja rojnamegeriya kurdî hestên xwe ji me re parve kir û wiha got: "Ez Roja Rojnamegeriya Kurdî li tevahî rojnamevanan pîroz dikim bi taybet rojnamevanên ku di oxira heqîqetê de canê xwe feda kirine. Weke rojnamevanên jin ji bo me jî cihê serfiraziyê ye. Jinên Rojavayê Kurdistanê bi saya vê şoreşê, hebûna xwe mayinde kirin û bû hîmên esasî yên vê şoreşê. Salên tijî têkoşîn û berxwedan, encamên wê  îro ji her kesî re diyar in. Ragihandina jinê dikarîbû derbasî dilê her jinekê bibe û hezkirina xwe di hundirê wê de ava bike."
 
'Em ê bi pênûsa xwe mîrasê Rojnemegeriya Kurdî biparêzin'
 
Endama Radyoya Star Îman Hesen  jî nêrîna xwe di derbarê vê rojê de anî ziman û wiha got: "Derfetên herî baş li pêşiya me hatin vekirin, ku em xwe di nava xebatê ragihandinê  de xurt bikin. Hestên xwe, êşa civaka xwe û serkeftina welatê xwe bi cîhanê re parve bikin. Em ê bi pênûsa xwe mîrasê Rojnamegeriya Kurdî biparêzin."