'Bi pêşketinên çapemeniyê re rastiya jinê jî derket holê'

  • 09:11 22 Nîsan 2020
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Nûçegîhanên Kantona Kobanê nirxandinên xwe di derbarê salvegera 122'emîn ya Roja Rojnamegeriya Kurd de wiha anîn ziman: "Rojnamegeriya Kurd û têkoşîna azadiyê li beranberî heman hişmendî û serdestiyan têkoşîn didin meşandin."
 
Roja Rojnamegeriya Kurd, roja bîranîna derketina rojnameya pêşîn a Kurdî ya bi navê 'Kurdistan' e. Rojname di 22'yê Nîsana 1898'an de ji aliyê Mîr Mîdhat Bedirxan ve li paytexta Misirê Qahîreyê hatiye çapkirin. Damezrandina Rojnemgeriya Kurd 122 sal li peyê xwe hişt. Di şert û mercên zehmet de yekemîn rojnemeya kurdî 'Kurdistan' hat çapkirin. Lê di roja îro de bi dehan televizyon, rojname, ajans û radiyo weşana xwe bi zaravayên Kurdî dikin. Rojnemeya Kurdistan bi zaravayê kurmancî û erebî 4 salan berdewam kir, 5 hejmarên wê yên destpêkê li paytexta Misrê ya bi navê Qahîrayê hatin çapkirin. Paşê jî ji ber sedemê êrîşan ji neçarî cihê rojname lê çap dibû hate guhertin û li Cinêvê Siwîsrayê, piştre ji ber heman sedemê dîsa li Qahîra, Birîtaniya û çapa herî dawî hemjara 31'an di sala 1902'an de li Sîwîraiyê hat çapkirin. Piştî wê di sala 1908'an de li Stenbolê ji aliyê Sureya Bedirxan ve kovara bi navê 'Kurdistan' hate weşandin. Lê ji ber sedemên êrîşan kovar demekê tê sekinandin piştî salên dirêj carek din ev kovar di sala 1919'an de jî Muhemed Mahîr ve li Stenbolê weşana xwe dom dike. Têkoşîna rojnemegerên Kurd bê navber didome. Rojnamegerên Kurd û demokrat ji sala 1898'an heya roja îro bê naveber hewil didin ku dengê Gelê Kurd, dostên wan û hemû civakên demokrat di raya giştî de bidin bihîstin û têkoşîna rojnemevanan bê navber dom dike. 
 
Di vê çarçovê de nûçegîhanên kantona Kobanê nirxandinên xwe di derbarê salvegera 122'yemîn ya roja rojnamegeriyaya Kurd e kirin.
 
'JINNEWS rengê jin û jiyanê ye'
 
Nûçegîhana ajansa JINNEWS'ê ya Kobanê Dîcle Demhat di destpêka axaftina xwe de balkişand ser girîngiya Rojnamegeriya Kurd û wiha pê de çû: "Roja Rojnamegeriya Kurd li hemû endamên ragihandinê pîroz be, girîngiya rojnamegeriya Kurd ew e ku bi hemû zaravayên Kurdî weşan tên kirin, bi salane desthiladar çand, ziman û hebûna Kurdan tune dikin, ji ber vê jî îro em bi zimanê zikmakî weşane xwe dikin ji bo em bikaribin bi zimanên xwe, xwe bigihînin hemû pêkhate û gelên cîhanê. Em ê weke rojnemevan têkoşîna ji bo demokrasiyê û wekheviyê bidomînin. Gelek ajans, rojname, kovar, tv û radyo hene, lê ev hemû bi zimanê cur bi cur weşana wan tên kirin, lê ya girîng ew e ku em bi ziman û çanda xwe weşana xwe bidomînin. Cara yekem ajansa jinan ya bi navê JINHA di 8'ê Adarê 2012'an de dest bi weşanê kir. Armanca vekirina vê ajansê derxistina ked, afrîneriya jinê, rengê jinê û li dijî zihniyeta baviksalarî têkoşîn bike. Ajansa jinê ji bo bibe dengê hemû jinan bi kedek mezin têkoşîn da meşandin. Lê belê çawa di dîrokê de weşanên kurdan û gelên azadîxwaz bûne armanca desthiladaran, ajansa jin weke JINHA û malpera ŞÛJIN jî bûna armanca dewleta tirk û hatin girtin. Jin li beranberî hemû cureyên desthiladariyê li ber xwe didin, ji bo dengê jinan di raya giştî de neyê windakirin niha jî JINNEWS hewil dide ku bibe dengê hemû jinên cîhanê. Di dîroka ragihandina kurda de gelek jinên rojnemevan bûne xwedî kedek bê hempa, nimûne Fatma Nalî û Gulîzar Xanim hinek ji wan jinên kedkar yên ragihandina Kurd in."
 
'Bi pêşketinên çapemeniyê re rastiya jinê jî derket holê'          
                                                             
Dîcle di berdewamiya axaftina xwe de, da zanîn ku wê her tim li peyî şopa heqîqetê bin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Têkoşîn û berxwedana jinan a li Rojava li hemberî zihniyeta mêr-dewlet û çeteyan bi keda ragihandinê hîn zêdetir li cîhanê deng veda. Di her şerekî li dijî çeteyên DAIŞ, Cebhet El- Nusra û dewleta tirk jinên rojnemevan jî bûn xwedî kedek mezin. Di berxwedan û şoreşa Rojava de ragihandinê gelek bedelên giranbiha dan weke Dilîşan Îbîş, Dilovan Gever, Eylûl û hwd. din gelek rojnameger bûne cangoriyên vê têkoşînê. Li van herêman bêyî ku cudahî bikeve navbera gelan û nijedan de dengê jinan li her deverê tê bilindkirin."
 
'Bi awayek xurt bibin dengê civakê'             
                                                    
Nûçegîhana ajansa Hawarê (ANHA) Hêza Hesen jî axivî. Hêza diyar kir ku bi riya nûçeyan rastiya gelê herêmê ji cîhanê re radigihînin û wiha lê zêde kir: "Roja Rojnamegeriya Kurd her sal ji aliyê endamên çapemenî û gel ve tê pîrozkirin, ev roj di sala 1898'an de ji aliyê Mîr Mîthat Bedirxan ve yekemîn kovara bi navê Kurdistan li paytexta Misirê ya bi navê Qahireyê hat çapkirin, îro mîrasê ku me bi dest xistiye û em bi dest dixin bi saya vê rojê ye. Yekîmîn ajansa  bi navê DÎHA di 2002'yan de hat vekirin, paşê ANF, ANHA û hwd. Armanca van ajansan jî ew e ku kurd jî bibin xwedî rol û misiyon di qada çapemeniyê de, di nava ajansê de servîsa jinê jî heye. Em hewil didin ku bi awayekî hîn xurtir bibin dengê jinan û rola jinê ya di siyaset, civak, aborî, dîplomasî û hemû qadên jiyanê de hîn bi awayekî baştir derxin pêş.”
 
'Rojnameya Kurdistan ji bo me bû bingehek' 
 
Her wiha endama Radyo dengê Kobanê Rewşen Berkel axivî û anî ziman ku ew li ser şopa jinên pêşeng dixebitin û wiha qal kir: "Ji salên derketina rojnameya bi navê 'Kurdistan' heya roja îro gelek Radyo hatin vekirin û gavên mezin avêtine. Ragihandin eynik û rûyê civakê ye, di nava wan de radyoyan de jî roleke mezin di nava herêmê de dilîze û hewil dide xwe bigihîne tevahî gelê herêmê. Yekemîn Radyo Erîvan û Bexdad hatin vekirin bi hemû zareveyan weşana xwe didomandin. Di 2012'an de Radyo Dengê Kobanê bû radyoya şoreşê. Bi taybet rola xwe di şoreşa Rojava de û şerê Kobanê de bi awayekî baş leyîst. Hewil dida ku dengê şervanan bighînin gelê herêmê. Em bi hêviyek mezin mêvanê her malê ne."
 
'Jin Tv, encama têkoşîn û keda jinan e'
 
Nûçegîhana Jin Tv Şêrîn Mihêdîn axivî û got  ji bo berhemên jinê derkevin holê Jin Tv hat vekirin û wiha pê de çû: "Yekemîn tv ya jinê ku dest bi weşanê kir Zen ya jinên Efxanistan di 2007'an de, dema ku tv  bi navê jin hat vekirin kêfxweşiyê dide mirovan. Ya rast gelek tv yên cuda hene û di hemûyan de jî rojnemevanên jin hene, bêguman di wan tv yan de jî cih ji jinan re tê dayîn. Lê belê bi deng, reng û hêza jinan vekirina tv'yan  hêz û moralekî hîn cudatir e ji jinan re. Jin tv di 2018'an de dest bi weşanê kir, ev gaveke girîng bû ji bo hemû jinan, ji ber bi salane mafê jinê tê tunekirin berhemên ku jin bi keda destê xwe çêdike û destkeftiyên ku jin bi dest dixe îro li ser ekranê Jin tv'yê tê belavkirin. Ev jî bi saya jinên têkoşer û berxwedêr e."
 
'Ronahî Tv: temsîla hemû pêkhateyên herêmê dike'
 
Herî dawî nûçegîhana Ronahî Tv Nazik Kêtikanî axivî û destnîşan kir ku bi pêşketinên çapemeniyê re jinên ereb jî cihê xwe di ragihandinê de girtin û wiha nêrîna xwe anî ziman: "Rojnamegeriya Kurd di nava gelek zehmetiyan de pêş ket. Di her demekê de desthiladaran xwestin ku dengê Kurdan tune bikin û nîjada Kurda di dîrokê de bidin tunekirin. Kurdan bi rêbazên cur be cur xwe parastin. Gelê Kurd yek ji nijedên destpêkê ku hatine ser vê axê û ji bo hebûna xwe li dijî desthiladaran têkoşîn dane meşandin. Bi pêşketina têkoşîna Gelê Kurd re, ragihandina Kurd jî pêş ket û îro em li ser ked û deskeftiyên pêşiya xwe dimeşin. Em hewil didin ku bibin dengê hemû pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê."