'Em ê bi hev re xwe û civaka xwe ji Vîrusa Koronayê biparêzin'

  • 09:10 22 Nîsan 2020
  • Rojane
Roj Hozan    
 
QAMIŞLO - Hevseroka Kantona Qamişlo û Endama Maseya Kirîzê Perwîn Yûsif, derbarê tedbîrên Rêveberiya Xweser ên ji bo Vîrûsa Koronayê girtine de got: "Di rewşên herî zehmet de yên şer û êrîşan de me gelê xwe parast. Gelê me her bi zehmetiyan rû be rû hatiye, lê her bi rihê têkoşînê li ber xwe daye. Em ê bi hev re xwe û civaka xwe ji Vîrûsa Koronayê biparêzin." 
 
Bi belavbûna Vîrûsa Koronayê ya li tevahî cîhanê, ji bo parastina mirovan ji vîrûsê gelek welatan tedbîrên xwe girtin. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî Rêveberiya Xweser tedbîrên girîng ji bo parastina gelê herêmê girtin û heya niha jî biryarên ku girtine di nava piratîkê de ne. Têkildarî mijarê Hevseroka Kantona Qamişlo û Endama Maseya Kirîzê Perwîn Yûsif, derbarê xebatên ku hatiye kirin, asta pêşveçûn biryaran û bandora vîrûsê ya li ser aboriya herêmê, nirxandinên girîng kir û bi me re parve kir. 
 
'Me bi alîkariya gelê xwe ev herêm ji vîrûsê parastiye'
 
Perwîn di destpêka axaftina xwe de li ser xebatên ku  ji bo parastina gelê herêmê hatiye kirin axivî û wiha got: "Destpêkê em spasiya gelê xwe dikin ku dikaribûn heya asteke gelek baş biryarên Rêveberiya Xweser pêk bînin, ji bo  wê heya niha me bi alîkariya gelê xwe ev herêm parastiye. Weke Rêveberiya Xweser projeyên me yên tedbîran ku em nehêlin ev kirîza ku tevahî cîhanê tehdîd dike derbasî herêmê me bibe, hebûn. Ji destpêkê de me hişyarî da gelê xwe ji bo xeteriya vê vîrûsê, paşê jî bi rêya sazî û komînan me bajarên xwe, bazarên giştî, saziyên ku çûn û hatina gel lê heye, hemû deverên ku kombûn têde çêdibe me paqij kirin û dezefenkte kirin. Gav bi gav me xebatê xwe berfireh kir û êdî kolan bi kolan tên paqijkirin."  
 
'Ekîbên me yên tenduristiyê hatine perwerdekirin û amadekirin'
 
Perwîn di dewama axaftina xwe de bal kişand ser amadekariyên ku di aliyê tenduristiyê de hatine kirin û wiha domand: "Di aliyê tenduristiyê de, ji bo rewşên awarte me hemû endam û bijîşk kirin nava tevgerê.  Me ekîbên xwe yên tenduristiyê ji bo pêşwaziya rewşên vîrûsê amade kirin û perwerde kirin. Herêmên me berî niha di nav vê  kirîzê de xwe amade kir, me sînorên xwe ji aliyê Sêmalkayê ve girtin. Tenê mijara çûn û hatina Şamê ji balafirgeha Qamişloyê heye. Em di nava rewşeke mecbûr de bûn ku gelek xwendevan ji herêmê li wir dixwendin û vengeriyabûn herêmê. Her wiha nexweş  jî ji bo serdana bijîşkan diçin Şamê,  ji bo wê me rê li pêşiya hemwelatiyên xwe negirt ku vegerin herêmê. Di nava vê rewşê de em mecbûr man hin tedbîrên cuda bigirin, ji ber hîn balafir nehatine sekinandin. Me gelek hewildan di aliyê xwe de kirin ku em hişyariyê bidin dewleta Sûriyeyê jî, lê kiryarên dewletê  heya niha balafirgeh nesekinandine. Li hember vê rewşê jî em neçar nemane,  ji bo wê karantînayên tenduristiyê hatin amadekirin û welatiyên ku ji Şamê berê xwe didin herêmê, em wan  14 rojan di karantînaya tenduristiyê re derbas dikin.  Heya ku em net bikin ku ev kes saxle me, paşê em dihêlin ku biçin malbatên xwe. Me 2 dibistan û holên mezin ji bo rewşên derketina vîrûsê amade kirine."
 
'Me hemû xebatê xwe kiriya xizmeta civaka xwe'
 
Perwîn  wiha pê de çû: "Di aliyê kirîn û firotina kel û pelên jiyanî de, peydakirina pêdiviyên esasî  yên gel û madeyên jiyanî jî, me tedbîr girtin.  Me nirxê kel û pelan diyar kir û xebateke çalak di bazarê de jî da meşandin. Weke maseya kirîzê dem bi dem em civînên xwe çêdikin û rewşê ji  nêz ve dişopînin. Di hin cihan de helbet kêmasî derketin, lê dîsa ji bo wê em biryaran digirin û sererast dikin. Di aliyê çandinî û cotkariyê de biryar ji bo wan hatin girtin, ku cotkar biçin ser erdên xwe û ji berhemên wê bê par nemînin. Ji bo ku em di xizmeta gel de bin û ji vê rewşê re bibin bersiv, me kedeke mezin da. Di vê rewşê de gelek mirov hene xizan in li ser keda xwe ya rojana dijîn. Rêveberiya Xweser di rêya meclis û komînan re, hin pêdîviyên jiyanê li van malan belav kirin. Hemleya me ya alîkariyê hîn berdewam e, ji bo ku em li gelê xwe xwedî derbikevin ji hemû aliyên ve, me hemû xebatê xwe kiriya xizmeta civaka xwe de."
 
'Biryarên Rêveberiya Xweser heya asteke bilind hatine pêkanîn'
 
Perwîn diyar kir ku  biryarên Rêveberiya Xweser heya asteke bilind hatine pêkanîn, gel jî alîkar e û wiha dirêjî da gotina xwe: "Biryarên Rêveberiya Xweser heya asteke bilind hatine pêkanîn, lê caran hin rewş ber çav derbas dibin. Dibe ku gel fêr nebûye  demeke dirêj di malê de bimînin caran hin ji wan derdikevin, lê belê bi alîkariya Asayişê û hêzên me yên ewlekariyê, em wan ji rewşa heyî re agahdar dikin. Gelê me jî di kûrahiya mijarê de, mijara nexweşiyê ne mijareke hêsane ku em paşguh bikin.  Em dizanin ku herêma me herêmeke civakî ye û gel bi xweşî û nexweşiyên xwe bi ser hev de diçin, ji bo  wê heya ji me tê em nahêlin ku kombûn çêbibin heya ku ev rewşa nexweşiyê zelal bibe. Niha jî em rewşa cîhanî jî dişopînin, ekîbê me yên tenduristiyê jî di nav lêgerînê de ne. Heya ku xeteriya vê vîrûsê ji tevahî cîhanê neyê rakirin, em nikarin bêjin em ê karantînayê bidin sekinandin. Ev jî bi rewşa giştî ve girêdayî ye. Ger ku çareseriyeke ji vê nexweşiyê re bê dîtin, em  ê wê demê karantînayê bidin rawestandin."
 
'Di rewşên wisa de hevgirtina gelê me li pêşe'
 
Perwîn da zanîn ku di nava vê rewşê de hevgirtina gel û girêdana wan bi hev re derket der û wiha dom kir: "Di nava vê rewşê de hevgirtina gel jî hat diyarkirin. Mînaka wê jî gelê me di aliyê pêdîviyên jiyanî de û xwedîderketina li hev, baldar bin. Ev yek jî tabloya Rêveberiya Xweser û  serkeftina projeya wê ya ku gel xwe bi xwe bi rêve bibe, hat diyarkirin. Ev proje bû bersiv ji bo pêşeroja gelê me, her kes di cihê xwe de baldar bû û berpirsiyartî rakir hem di aliyê pêkanîna biryaran de, him jî di aliyê xwedîderketina  li mirovên civakê. Her kesî derdora xwe ji bo vê kirîzê hişyar kir."
 
'Aboriya me bi bandor bû, lê ya girîng em gelê xwe  ji vîrûsê biparêzin'
 
Perwîn bandorên derketina vîrûsê yên li ser aboriya herêmê anî ziman û ev tişt got: "Weke em dizanin herêma me herêmeke dewlemend e ji aliyê çandiniyê ve hem jî ji aliyê berhemên xwe yên bin erdê de. Derketina  rewşa vîrûsê  di aliyê inşayê de, projeyên din yên herikîna aboriyê tevgera wê da sekinandin. Tevgera  di bazarê de jî li herêmê rawestiya,  vê yekê bi rastî bandor li ser aboriya me jî kir. Tevî ku heya niha tu rewşên nexweşiyê  li herêma me derneketiye jî, lê ya girîng niha em civaka xwe ji nexweşiya vîrûsê biparêzin. Dema gel û rêveberî li hember vê kirîzê bibin alîkar em dikarin bêjin ku em ê bikarin asta vê kirîzê jî kêm bikin."
 
'Di rewşên herî zehmet de me gelê xwe parast'
 
Perwîn herî dawî balkişand ser zadên gel û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di rewşên herî zehmet de yên şer û êrîşan me gelê xwe parast. Di sala borî de şerê zad li hember me hat kirin, hemû zadê şêniyên herêmê ji aliyê kiryarên ne mirovahî ve hatin şewitandin. Di rewşa hewayê de lehiyên ku rabûn gelek zerarên madî ji bo gelê me bi xwe re anî. Rewşa niha em tê de jî ne rewşeke nû ye, gelê me her bi zehmetiyan rû bi rû hatiye hiştin lê her bi rihê têkoşînê li ber xwe daye. Girêdana bi axê re, girêdana bi rêveberiya xwe re me dikarî em vê rewşê derbas bikin. Ji bo  wê em bi hêviyên mezin li civaka xwe mêze dikin, ku em ê bikaribin bi kêmzerar  vê rewşê derbas bikin. Gelê me di aliyê hişmendiyê de xurt e, wê vê rewşê jî derbas bike."