‘Tevî vîrusê gardiyan tif dikin koxuşan’

  • 09:08 22 Nîsan 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Girtiyê bi navê Mehmet Faruk Ergîn yê li girtîgeha Tipa T ya Osmaniyê dimîne, diyar kir ku gardiyan bi ser koxuşan de digirin, bi botên xwe pê li nivînan dikin û tevî vîrusê tif dikin koxuşan.
 
Ji ber vîrusa korona pakêta daxistina înfazê hat amadekirin û girtiyên siyasî di qanûnê de cih negirtin. Ji ber vê rîska li girtîgehan her diçe zêde dibe. Ji ber vîrusê li girtîgehan binpêkirinên mafan jî zêde bûn. Girtiyên bi hevkariya malbatên xwe agahiyan radigihînin diyar dikin ku di şertên giran de dijîn. Mehmet Faruk Ergîn yê li girtîgeha Tîpa T ya Osmaniyê dimîne, li malbata xwe geriya û da zanîn ku li girtîgehan tu tedbîr nayê girtin. Mehmet Faruk di qeyda deng ya malbatê girt de axivî û da zanîn ku gardiyan her tim bi ser koxuşên wan de digirin.
 
‘Gardiyan destên xwe yên tazî didin her derê’
 
Mehmet Faruk wiha got: “Rûpûş nadin me. Tenê didin gardiyanan. Di rojên dawî de bi ser koxuşan de digirin. Gardiyan bi botên xwe pê li nivînên me dikin. Destên xwe yên tazî didin her derê. Li hinek koxuşan rûpûş derdixin û tif dikin. Em di şertên giran de dijîn. Em li gorî xwe tedbîran digirin lê heta ku derê.
 
‘Hevalên me yên krîz derbas kirin bi rojan şûnde rakirin nexweşxanê’
 
Mehmet Faruk di berdewamiyê de daxuyakirin ku di revîran de jî pirsgirêk tên jiyîn û wiha pê de çû: “Hevalekî me yê nexweş ket hebû. Bi rojan dernexistin revîrê. Herî dawî krîz derbas kir û ew birin nexweşxanê. Niha di beşa giran de ye. Em di her alî de pirsgirêkan dijîn.”
 
‘Bi hezaran dayikên li  zarokên xwe difikirin hene’
 
Dayik Şukriye Ergîn jî bertek nîşanê netahliyekirina girtiyên siyasî da û got: “Ez her roj li kurê xwe difikirim. Wek min bi hezaran dayik hene. Niha tiştek bi wan bê wê kî hesab bide. Wê ji me re bêjin çi. Bila dilê tu dayikê neşewite. Bila zarokên me berdin.”