‘Bi pakêta darazê re girtî terkî mirinê hatin kirin’

  • 09:06 22 Nîsan 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Xwişka girtiyê bi navê Serhat Bulut ê li girtîgeha Hîlwanê ye,Hayam Bulut balkişand ser şert û mercên girtiyan û got: “Dixwazin girtiyan terkî mirinê bikin. Ji xwe bi 3’emîn pakêta darazê jî ev ispat kirin. Yekane daxwaza malbatan ev e ku ji bo girtiyên siyasî jî tiştek bê kirin.”
 
Ji ber vîrusa korona ya belav bûye, ji bo girtiyan fikar mezin dibin. Bi daxuyaniya wezareta dadê ku hat gotin 3 girtiyan ji ber vîrusê jiyan axwe ji dest daye dîsa bala her kesî li girtîgehan e. Yek ji girtîgehên ku girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyan girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Hîlwanê ye.
 
Piştî ku vê di rayagiştî de deng da, hat diyarkirin ku rêveberiya girtîgehê girtiyên nexweş dibin nexweşxanê. Her çiqas bê gotin testa korona ya girtiya negatîf derketiye jî hîna girtî nebirine koxuşan û vê jî fikar zêde kirin.
 
Girtiyê bi navê Serhat Bulut jî li girtîgeha Tipa T ya Hejmar 2 a Hîlwanê dimîne. Xwişka wî Hayam Bulut rewşa girtiyan vegot.
 
Girtiyê bi gumana vîrusê rakirin nexweşxanê, lê teşisa ‘nexweşiya gurçikan’ danîn
 
Hayamê da zanîn ku ji ber girtiyan fikarên wan zêde ne û got girtî li girtîgehan terkî mirinê hatine kirin, tedbîr nehatine girtin û got: “Hefteya borî em bi telefonê bi birayê min re axivîn. Birayê min got ‘Di koxuşa B-2 de bi 6 hevalên me re nîşaneyên vîrusê hatin dîtin. Rêveberiyê tiştek nekir. Midûrê girtîgehê got ‘tiştek normale’ mudaxale nekir.’ Piştî vê me dest bi têkoşînê kir. Me serî li ÎHD’ê da, me bi parlamenteran re hevdîtin kir. Di çapemeniyê de jî bi berfirehî cih girt. Li ser vê girtiyekî radikin nexweşxanê. 3 caran test dikin. Test negatîf derdikeve. Teşîsa nerehetiya qurçikan datînin. Em nizanin ev çiqas raste. Ji ber ku hîna hevalekî wan yê din jî nebirine koxuşê.”
 
‘Ji bo girtiyên siyasî tu tiştek nayê kirin’
 
Hayamê daxuyakirin ku tenê bi telefonê ji birayê xwe agahî digirin û wiha pê de çû: “Serhat got der barê vîrusê de tu tedbîr nayên girtin. Got ‘tenê dema derdikevin derve dezenfektanê li destên xwe dikin û ji bilî wê li koxuşan tu dezenfekteyek nayê kirin. Her wiha ava germ nadin. Ava germ kêm didin. Di koxuşê de di ser kapasîteyê de girtî hene. Şertên girîgehan li holê ne. Em li derve nikarin xwe biparêzin. Gelo wê ew çawa bikin. Em gelek bi fikarin. Gelek girtiyên nexweş hene. Girtiyên siyasî terkî mirinê dikin. Ev jî bi pakêtê hat îspatkirin.”
 
‘Em ji rewşa girtiyên siyasî bi fikarin’
 
Hayamê daxuyakirin ku girtiyên edlî bi pakêtê hatine tahliyekirin şûnde xwarinek germ jî nadin girtiyên siyasî û wiha berdewam kir: “Bi giştî xwarinên germ girtiyên edlî çêdikirin. Niha tenê konserveyan didin girtiyên siyasî. Salek berê girtiyên siyasî ketibûn greva birçîbûnê. Hevalên nexweş hene.Di van şert û mercan de rîska nexweşiyê gelek zêde ye. Em gelek bi fikarin.”
 
‘Yekane tişta ji destê me tê ev e ku em bibin dengê wan’
 
Hayamê di dawiyê de wiha got: “Li dijî girtiyên siyasî newekhevî ne mirovahî ye. Li tu derê cîhanê rewşek wisa tüne ye. Gelek malbat ji zarokên xwe dur in. Em di şertên normal de nikarin biçin girtiyên xwe bibînin. Niha tenê em bi telefonê ji wan agahî digirin. Gelo ev çiqas rast e? Ez li Stenbolê me ew li Rihayê ye. Gelek malbat di alî aborî de pirsgirêkan dijîn. Niha em agahiyê ji wan nagirin. Ev me bi rastî dike fikaran. Yekane tişta ji destê me tê ev e ku em bibin dengên wan. Çi ji destê me bê em ê bikin.”