Rojnamevanên Efrînê: Rastiya civaka berxwedêr bi keda rojnamevanan derket pêş

  • 09:04 22 Nîsan 2020
  • Rojane
Hesna Mihamed
 
ŞEHBA - Jinên Rojnamevan ên Kantona Efrînê, derbarê salvegera roja Rojnemegeriya Kurdî de nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Em ê her sozdariya  dewamkirina şopa heqîqetê zindî bikin û bibin rastiya çavê civaka xwe. Rastiya civaka berxwedêr bi keda rojnamevanan derket pêş."
 
Bi boneya Roja Rojnemegeriya Kurdî ya ku gava xwe ya yekem bi avakirina rojnameya 'Kurdistan' di 1898’an de avêt, gelek ajans, televizyon vebûn. Gelê Kurd di nava rojnemegeriya xwe de rastiya civaka kurd derxist pêş, rastiya gelê bindest, tevahî çandên cude dişopîne û ji cîhanê re parve dike. Têkildarî salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî de, jinên Rojnemevan ên Efrînê nêrînên xwe bi me re parve kirin.
 
‘Rastiya civaka berxwedêr bi keda rojnemevanan derket pêş’
 
Endama qenala  Ronahî TV, Zîlan Hesen salvegera Roja Rojnemegeriya Kurdî pîroz kir û wiha got: "Di sala 1898’an de cara yekem rojnameya bi navê 'Kurdistan' hat çapkirin, em jî weke rojnemevan, bingeha xwe ji wê rojê digirin. Piştî  ku aloziya Sûriyeyê dest pê kir jinê  cihê xwe di ragihandinê de girt, bi derfetên kêm re dîsa rojnamevanên kurd rabûn ser piyan û xwestin bibin çavên civaka xwe. Tevî zextên ku ser rojnemevana dihatin meşandin, me hewil da ku  em qada ragihandinê berfire bikin ji aliyê xweserbûna ragihandina jinê, bi vekirina ajans, radyo û qenalên televizyonê. Şerê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewimî, bi keda rojnamevanan ji cîhanê re  hat parvekirin û rastiya civaka berxwedêr derket pêş."
 
'Em ê her deng û rengê civaka xwe bin'
 
Zîlanê di dawiya gotinên xwe de bal kişand ser rola ragihandinê di  qadên şer û berxwedanê  de û wiha dibêjê: "Di salên dawî de axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê êrîşkaran ve hat dagirkirin. Di şer û pevçûna de, di hemleyê rizgarkirinê de rola rojnamevanan li kêleka şervanên azadiyê, bû.  Tevî zor û zehmetiyên ku me di şer de dît, tiştek nebû asteng li hember derxistina dengê rastiyê û berxwedana gelê me. Em ê her êşên jinan û bi taybet jina Efrînê ya ku ev bû 2 sal ji xaka xwe dûr e, derxînin holê. Her israra me ya têkoşîn û berxwedanê bilindtir dibe. Em Roja Rojnamegeriya Kurdî li hemû rojnamevan, pakrewanên azadiyê û li Rêber Apo pîroz dikin. Em ê her deng û rengê civaka xwe bin."
 
'Em di nava kêliyên bexwedana jinan de ne'
 
Endama qenala Jin TV, Tolîn Hesen dest nîşanî xebata raghandinê kir û wiha domand: "Rojnameya 'Kurdistan' derfet ji ragihandina kurdî re ava kir ku li ser xaka Kurdistanê û bi tîpên Kurdî xwe bide der.   Her wiha rê li pêşiya zarokên kurdan ên ku zihniyeta desthildar nedihêşt  ku bibin çavê civaka xwe vekir ku cihên xwe di qada ragihandinê de bigirin. Bi taybet jina kurd cihê xwe di nava ragihandinê de girt û xwest berxwedan, êş û zehmetiyên jinan derxîne holê. Li Bakurê Kurdistanê gelek jinên rojnamevan ji ber derxistina rastiya civaka xwe jiyana xwe ji dest dan. Em di nava kêliyên berxwedana jinan de ne. Em ê her weke rojnamevan cihê xwe di nava berxwedan û rastiyê de bigirin heya ku em bi heqîqeta civaka xwe bijîn."
 
'Erka me jinên rojnemevan em rastiya jinê bi civaka xwe bidin nasîn'
 
Endama qenala Ronahî TV Mizgîn Gorsê Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Em 22’yê Nîsanê li tevahî rojnamevanên jin pîroz dikin. Ev roj gelek girîng û bi wate ye, ji ber ku  weke roja xwe naskirinê,em pênase dikin. Di dirêjahiya dîrokê de jin bi gelek êş û zehmetiyan re rû bir û maye, lê rojnamevnên jin bi destpêkirina Şoreşa Rojava re gelek  gavên pîroz, avêtin.  Ev yek jî bi saya pêşengên jin ên ku xwe kirin bedel  ji bo derxistina rastiya Gelê Kurd. Li gor kêm derfetan,  me karîbû ji civakê re bidin xûyakirin ku jin dikare cihê xwe di ragihandinê de bigire û hebûna xwe isbat bike.  Qada ragihandinê bû nasnameya me, bi  rastiya jinê û rola wê me hêza xwe nas kir. Erka me  weke rojnamevanên jin ew e ku em rastiya jinê bi civakê bidin nasîn."
 
'Rojnemegeriya kurdî di her qadên jiyanê de xwe da hîskirin û hezkirin'
 
Endama Ajansa JINNEWS’ê, Ferîde Zade da zanîn  ku pêwîstiyek bi rojnamegeriya kurd hebû ji bo ku heqîqeta civaka xwe bide pêş û wiha pê de çû: "Pêwîstiyek hebû ku rojnamegeriyek kurdî bê avakirin, ji bo ku rastiya civakê xwe ragihîne û siyaseta weşana wê cuda be.  Gelê Kurd bi taybet jina kurd rastî qirkirin û tunekirinê hatine, dewletên desthilatdar her dixwestin jinê  ji rastiya wê dûr bixin û  wê bindest bihêlin. Bi avakirina Rojnemegeriya kurdî  gelek gavên serkeftî hatin avêtin û cureyên cuda ji qada Mediyayê re hatin, vekirin. Bi destpêkirina aloziya Sûriyeyê re gavên yekem di qada ragihandinê de  ku li Rojavayê Kurdistanê hatin avêtin, ew bû ku rojnemegeriyek taybet ji Rojava re, bê vekirin. Qada ragihandinê rastî şer û pevçûnan dihat, lê tevî  van pevçûnan jî  dikarîbû xwe di her aliyekî jiyanê de bide, hîskirin û hezkirin."
 
'Rojnamegeriya Kurd tenê di çanda Gelê Kurd de xwe sînordar nekir'
 
Di nava gotinên xwe de Ferîde bal kişand ser wekheviya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û  wiha dirêjî da gotina xwe: "Rojnamevanên kurd tevahî çand û olên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  rastiya wê derxistin pêş û di nav de jî  bi rengê wekheviyê xemiland. Rojnamegeriya Kurd tenê di çanda Gelê Kurd de xwe sînordar nekir. Ger em bixwazin êşa vî gelê derbixînin pêş, divê rojnamevan zarokê vî gelî bi xwe be, da ku heqîqeta wan derxîne û ev yek jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hat xuyakirin. Bi avakirina qenalên jinê  re me hewil da xwe bighînin pirsgirêkên jinan û bibin dengê jinê. Her wiha em bikaribin jinan ji zihniyeta baviksalarî rizgar bikin."
 
'Sozdariya dewamkirina şopa heqîqetê her zindî ye' 
 
Ferîde di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser ragihandina dewletên desthilatdar  û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ragihandina dewletên desthilatdar yên ku xwe wekî demokratîk nîşan didin, lê di rastiya nivîsandina pênûsên wan de ev yek nayê xuyakirin. Ev dewlet li gor berjewendiyên xwe ragihandinê bi kar tînin. Mixabin  niha bi sedan ji rojnamevanên kurd di zindanên dewleta tirk de ne û heya niha tu dewlet bi mafê wan rojnamevanan tev negeriyaye. Ger pênûsa rojnamevaniya  azad  hebe, civak jî azad dibe.  Di şerê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek rojnamevan hatin hedefgirtin û bûn şopandina rastiya şer  canê xwe feda kirin. Sozdariya dewamkirina şopa heqîqetê her zindîye."