Navenda Piştevaniya Jinan a Berfînê: Li Sêrtê herî zêde tundî li malê pêk tê

  • 09:02 22 Nîsan 2020
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
SÊRT -  Berpirsyariya Navenda Piştewaniya Jinan a Berfînê ya Şaredariya Sêrtê diyar kir ku sedema  zêdebûna tundiyê polîtîkayên heyî ne û got ku di vê pêvajoyê de di her şert û mercan de bi jinan re di piştevaniyê de bin.
 
Piştî ku li Tikiyeyê şewba vîrûsa koronayê (COVÎD -19) peyda bû bi mîlyonan kesan xwe li malê parast.  Li gel vê pêvajoyê tundiya li dijî jinan jî gihişte asta herî jor.  Navenda Lêkolîna Qada Polîtîk a Civakî, piştî vîrûs belav bû û pêvajoya karantinayê dest pê kir, di navbera 3 û 8'ê Nîsanê de li 28 bajaran lêkolîna qadê kir. Li gorî lêkolînê tundiya di nava malê de ji sedî 27.8 zêde bûye. Li gorî lêkolînê tundiya li dijî zarokan jî ji sedî 19 zêde bûye. Di vê pêvajoyê de bi dehan jin hatin qetilkirin.
 
Li dijî tundiyê sazî û rêxistinên jinan li her deran bi bernameyên cuda xwe digihîjin jinan. Navenda Piştewaniya Jinan a Berfînê ya Şaredariya Sêrtê jî di vê pêvajoyê de lez dan xebatên xwe û ji bo ku xwe bigihîjin jinan di nav hewlêdanê de ne. Der barê xebat û  têkoşîna tundiya  li dijî jinan de berpirsyariya Navenda Jinê ya Berfînê Sohbet Altan Çetîn axivî.  Sohbetê diyar kir ku li dijî tundiyê divê jin zêdetir dengê xwe bilind bikin û got ku bi  têkoşina hevpar ew ê van rojan derbas bikin.
 
'Jinên ku di pêvajoya karantînayê de tene hatin hiştin’
 
Sohbetê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku pirsgirîka jinê pirsgirîka sereke ye û got ku zêdebûna tundiyê tişteke ne ji rêzê ye û wiha axivî:" Pirsgirêka jinê yek ji pirsgirêkên kronîk ên welatê me ye. Di vê pêvajoyê de  zêdebûna qirkirin û tundiya li dijî jinan me matmayî nehişt. Ji ber ku em ji hêla qanûnên zayendperestî ve tên rêvebirin. Li welatê me jinbûyîn  pirsgirêkek e. Me nûçeyên kuştina jinan, zordarî an destdirêjiya li jinan  beriya  karantînê jî dibihîstin. Jinên ku di pêvajoya karantînê de li malê man, bi vê pirsgirêka tundiyê re bi tenê hate hiştin. Dîsa ji daneyên ku di vê serdemê de ji raya giştî re hatine parve kirin jî diyar e ku tundiya li ser jinê çiqas zêde bûye û ev yek jî bûye pirsgirêkek civakî. Tenê çareserî ew e ku  pêşiya tundiyê bê girtin û wekî jin em dengê xwe zêdetir bilind bikin. Ez bawer dikim ku em ê di vê pêvajoyê de bi awayeke xurt xwe bi  rêxistin bikin û bêtir pêşengiyê bikin. Em dikarin bibêjin ku pirsgirêk bi têgihiştina civake demokratîk û avakirina saziyên demokratîk dikare were çareserkirin."
 
'Li Sêrtê jî herî zêde tundî li malê pêk tê'
 
Sohbetê  bal kişand ser tundiya li Sêrtê pêk tê û wiha pê de çû:" Di roja me ya îro de tundiya li ser jinan cureyên wê zêde ne. Lê belê, pirsgirêka bingehîn a jinan ji hemû beşan ku herî zêde tê dîtin tundiya malbatî ye. Tundî xwe li malê zindî dike û xwe zindî dihêle. Wekî her derê li Sêrtê jî herî zêde tundî li malê pêk tê.  Têgihiştina ku jin, mal û rûmeta mêrane heye. Ji ber vê yekê, rêgezên exlaqên civakî jinê bi navgîniya xwe kontrol dike û  jinê wekî namus diparêze. Jin di  bin zexta mêr de têne xapandin. Li Sêrtê rê û rêbazên zewacê yên gelemperî hîn jî di bin pejirandina kevneşopî û daxwaz zewicandin, berdel, zexta malbatan, revandin, zewaca bi zorê di temenek biçûk de pir zêde tê kirin. Dema ku polîtîkayên zext, zordarî, derketina hişmendiya zayendî li ser jinê hatin afirandin, li seranserê cîhanê di dimenên cûda de tên dîtin. Lêbelê, bertekên bêhempa yên çanda herêmî dikare vê tundiyê kêm  bikin."
 
'Em armanc dikin ku xebatên jinan bi hêz bikin'
 
Sohbetê di dirêjiya axaftina xwe de destnîşanî xebatên navênda lê dixebitin kir û da zanîn ku ew ê bi her awayî piştevaniyê bidin jinan û wiha dom kir:" Wekî Navenda Şewirmendiya  Jinê  ya Berfînê armanca me ew e ku em bi jinên bi tundiya  fîzîkî, cinsî, psîkolojîk û aborî re rûbirû dimînin re bibin alîkar. Armanca me ew e ku em di warê civakî û  derûnî  de piştgiriyê bidin jinan. Em armanc dikin ku bi vê piştevaniyê  xebatên jinan bi hêz bikin.
 
'Ji werzîşê heta hûnerê em ê bi vîdeoyan xebatên xwe bidomînin'
 
Sohbetê xebatên Navendê wiha rêz kirin:" Li gel banga  li malê bimînin  tundiya li dijî jinan pir zêde bû.  Di vê pêvajoya dijwar de, me dixwest ku em ji jin û zarokên ku li malê dimînin re li ser medya civakî bin piştgir û piştgiriya xwe parve bikin û dest bi hin xebatên xwe bikin. Dîmenên ku em ê di derheqê pêvajoya dijwar de bikişînin, dibe ku em vê tundiyê derxînin holê. Bi amadekirina vîdyoyên ji bo jinan ku hûnerên desta xwe pêşve bibin emê amade bikin. Dersên werzîşê û werzîşa ku jin li malê bikin  em ê parve bikin."
 
'Jin ne tenê ne'
 
Sohbetê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê di her şert û mercan de xwe bigihîjîn jinan û wiha axaftina xwe bi dawî kir:" Di van rojên karantinayê de jin ne tenê ne. Her çiqas em rû bi rû nebîn jî em bi piştevaniya xwe bi hev re ne û em bi hev re bi hêz in. Şert û merc çi dibin bila bibin em ê li gel jinan bin. Her wiha hûn dikarin  bi vê xeta Navendê (0484 2232352) jî  xwe bigihîjin me. "