Salîha Aydenîz: Çareserî pergala demokratik e

  • 09:01 22 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê  Salîha Aydenîz, bal kişand ser kosa dewletên bi pergalên kapîtalîst tên rêvebirin dijîn û diyar kir ku derketina ji kaosê bi pergala netewa demokratik pêkan e. 
 
Piştî  şewba vîrusa koronayê (COVÎD -19) li tevahiya cîhanê belav bû kaosa li dewletên bi pergala kapîtalîst tên rêvbirin bêhtîr kur kir û ev pergal anîne ber hilweşandinê. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  Salîha Aydenîz li ser pergala kapîtalîst  û rewşa  Tirkiyê nirxandin kir. Salîhayê diyar kir ku pêdiviya hemû dewletan bi netewa demokratîk heye.    
 
'Em din ava kaosekê de ne'
 
Salîhayê diyar kir ku pergala kapîtalîst ji bo berdewamiya xwe, xweza, civak û mirovatî xistiye bin çerxa binpêkirina bêdawî û wiha axivî: "Pergala kapîtalîst mirovên zanist û  teknolojiya xwe tevli  vê çarxê kirin e û ji bo domdariya vê pergalê xizmet dike. Pergala kapîtalîzmê her ku diçe polîtîkayên tunekirin û qetlîaman pêş dixe. Di vê pergalê de xweza, civak û mirov tune ye. Tenê dîktatorî, alozî û kaos heye. Ev pergal ji aliyê civakan ve nayê pejirandin. Ji ber vê yekê asta ku pergala kapîtalîst hatiye asta bidawîbûn û hilweşandinê ye." 
 
'Pêkanina netewa demokratîk rêxistina jin, ciwan û civakê ye'
 
Salîhayê bal kişand ser têkiliya netewdewletan û wiha berdewam kir: "Îro sedema kaos û aloziya ku em tê de ne, kapîtalîzma ku xwe spartiye netewdewletê ye. Netewdewlet; demokrasi û cudahiyan  napejirîne. Cihê wan ji nijadperestî, mîlîtarîzm û desthilatdariyê re xizmetê dike. Alternatîfa netewdewletê  helbet netewa demokratîk e û ji bo pêkanîna wê jdivê li her qadê gel xwe bi rêxistin bikin û bi wî rengî pergala hatiye xitimandin re bibin çareserî. Ew çareserî jî bi rêxstinkirin jin, ciwan û civakê pêkan e."
 
'Pêdiviya her dewletê bi netewa demokratîk heye'
 
Salîha diyar kir ku ji bo bergeha netewa demokratîk derbasî jiyanê bibe divê civak li pêş be û wiha axivî: " Ji bo pêkanîna pergala netewa demokratik divê her kes tax  bi tax, li kolan û gundan xwe bi rêxistin bike . Paradîgmaya netewa demokratîk a ku birêz Ocalan pêşniyar dike ji bo qeyrana netewdewletan modeleke alternatîf e. Îro Rojavayê Kurdistanê ji bo hemû cîhanê wek hêvî ye. Rojava li aliyekî li dijî netewdewlatan têkoşînê dide û li aliyekî jî li dijî êrîşên DAÎŞ’ê têdikoşe.  Her wiha Rojavaya ku mînaka pergala demokratîk e di nava xwe de pergala xwe ava dike. Ji ber vê yekê divê her civak li gorî xwe rêxistina  xwe pêk bîne û di vê pergalê de cih bigirin."