Kevana Zêrîn: Pêwistî bi yekîtiya neteweyî heye

  • 21:05 21 Nîsan 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Kevana Zêrîn û Çand û Huner a Mexmûrê derbarê geşedanên dawî û êrişa li ser Mexmûrê daxuyanî da.
 
Kevana Zêrîn û Çand û Huner a Mexmûrê derbarê geşedanên dawî û êrişa li ser Mexmûrê daxuyanî da. Berî daxuyaniyê deqeyek rêz ji bo têkoşerên azadiyê hat girtin. 
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Di vê pêvajoya ku hemû cîhan li dijî Vîrusa Koronayê şer dike de Erdogan derfetên heyî bi awayekî kirêt bi kar tîne. Bi zagona înfazê ya girtiyên siyasî li derveyî xwe dihêle û bi tecrîda giran a li ser Rêber Apo ev krîza heyî ji aliyê dewleta tirk kûrtir dibe. Dewleta tirk di heman demê de êrîşî ser axa Başûr dike. Êrîşên dewleta tirk ên li ser Mexmûr û Zinê Wartê û helwesta PDK'ê aşkere dike ku tê xwestin aloziyeke mezin derkeve. Êrîşî Mexmûrê kirin û jin şehîd ket. Baregehên li Zinê Wartê yên dewleta tirk nîşaneya dagirekeriyê ye. 
 
Li dijî lîstikan di demeke wiha de pêwistî bi yekîtiya neteweyî heye. Xebatên ji bo yekîtiya neteweyî demeke dirêj e di rojevê de ye. PDK bi kiryarên xwe careke din rê li ber yekîtiya neteweyî digire. Erdogan hewil dide kurdan bi hevdu bide kuştin. Banga me li hemû gelê kurd e ku ji bo pêşî li aloziya navxweyî bê girtin dengê xwe bilind bike."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî yekîtiya neteweyî","Bimre teslîmkarî û xiyanet" bi dawî bû.