'Kujerê jinê di heman demê de bi polîtikayên dijminatiya jinê AKP ye'

  • 16:07 21 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - Aktivîsta TJA'yê û Hevseroka DBP'ê ya Amedê Seval Gulmez derbarê geşadên ji ber Vîrusa Koronayê û tundiya li ser jinê wiha got:"Kujerên jinê ne tenê yên nêzî wan e di heman demê de bi polîtikayên dijminatiya jinê dike Hukumeta AKP'ê ye."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê geşadên ji ber Vîrusa Koronayê û tundiya li ser jinê li avahiya HDP'ê ya Amedê daxuyanî da. Aktivîsta TJA'yê û Hevseroka DBP'ê ya Amedê Seval Gulmez daxuyanî da. 
 
'AKP bi hiqûqa xwe ya dijminatiyê Mexmûrê hedef digire'
 
Sevalê di daxuyaniyê de bal kişand ser ambargoya li ser Mexmûrê û wiha got:"Herî dawî di encama êrîşan de 3 jinan li Mexmûrê jiyana xwe ji dest dan. Bi van êrîşana AKP bi hiqûqa xwe ya dijminatiyê Mexmûrê hedef digire. Tevî ku wargeha di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de jî dîsa jî ji bo bê belavkirin polîtikayên zextê di meriyetê de ye."
 
'Kujerên ku hatin berdan dîsa dest bi sûc kirin'
 
Sevalê da zanîn ku Hikumeta AKP'ê ji bûyerên karesatên xwezayî bigire heta Vîrusa Koronayê hewil dide ku ji xwe re bike fersend û wiha dewam kir:"Zagona Înfazê ya ji berê de ji aliyê AKP-MHP'ê hatiye amadekirin li ser esasên pevçûna rantê ye. Di vê zagona înfazê de rojnameger, siyasetmedar, akademisyen tune ne. Kesên tecawizkar û îstismarkar hene. Niha dema em dinêrin asta tundiyê û kuştinê zêde bûye. Tundiya di nava malê de zêde bûye û saziyên ku jin serî lê bidin tên girtin. Kujerên jinê ne tenê yên nêzî wan e di heman demê de bi polîtikayên dijminatiya jinê dike Hukumeta AKP'ê ye."