Zuleyha Gulum: Divê parlamento ji bo girtiyên siyasî demildest kom bibe

  • 13:43 21 Nîsan 2020
  • Rojane
STENBOL - Parlamenter Zuleyha Gulum, bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî û qanûna înfazê û got: "Pêwîste parlamento demildest kom bibe û ji bo girtiyên siyasî sererastkirineke nû bike. Her wiha divê derbarê rewşa girtiyan de agahiyên rêkûpêk bê dayîn."
 
Endama Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqa Meclîsê û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Zuleyha Gulum li ser medyaya civakî bal kişand ser raporên rêxistinên hiqûqê, sazî û dezgehên sivîl yên girtîgehan.
 
Zuleyha, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser daxuyaniyên Wezareta Dadê ya derbarê tedbîrên li girtîgehan hatî girtin û got: "Wezareta Dadê çend daxuyanî dabin jî agahiyên malbat û parêzeran wê yekî pûç derdixe. Hefteya borî qanûna înfazê li meclîsê hat erêkirin û lê belê qanûneke ne wekhev bû û edalet pêk nehat. AKP bi polîtîkayên xwe yên cudakariyê li hemberî girtiyên siyasî dijminatiya xwe bi qanûnê erê kir. Ji gelek derdoran ji bo serbest berdana girtiyên siyasî bang hatin kirin, lê belê di encamê de girtiyên siyasî nehatin berdan."
 
'Qanûna înfazê 2 sal in tê amadekirin'
 
Zuleyha, bal kişand ser armanca derxistina qanûnê û wiha axivî: "Çend dibêjin ji ber vîrûsa koronayê qanûn hat derxistin jî di rastiya xwe de wisa nîne. AKP hişmendiya xwe ya derbarê vê mijarê de anî ziman û got '2 sal in derbarê vê qanûnê de amadekariyê dikin'. Her wiha di vê pêvajoyê de Wezareda Dadê jî diyar kir ku tenê li girtîgehên vekirî waqeyên vîrûsê hatine tespîtkirin lê belê li girtîgehên girtî de vîrûs nehatin tespîtkirin. Ji bo ku girtiyên siyasî ji qanûnê sûde negirin rêbazeke bi vî rengî hat bijartin. Lê belê de vê pêvajoyê de M.Y li Girtîgeha Bafrayê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da, lê belê beyî agahî bidin malbatê cenaze hat definkirin."
 
'Pêwîste parlamento demildest kom bibe'
 
Zuleyha, diyar kir ku divê newekheviya qanûna înfazê ji holê bê rakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê parlamento demildest kom bibe û sererastkirineke nû bike û girtiyên siyasî serbest berdin. Bi vê rêbazê pirsgirêk dê bê çareserkirin. Her wiha girtiyên 60 salî, girtiyên nexweş, jinên ducanî, jinên ku xwedî zarok û zarokên girtî û hikûxwar divê demildest bên berdan."
 
'Rewşa girtiyan de divê agahî bên dayîn'
 
Zuleyha, da zanîn ku li girtîgehan personelên tenduristiyê jî kêm in û wiha bi lêv kir: "Divê li girtîgehan hejmara personelên tenduristiyê bên zêdekirin. Her wiha divê nexweşxanê li gorî girtiyan bên organîzekirin. Pêwîste mafê hevdîtinê yên girtiyan neyên binpêkirin û cihên hevdîtinê bên dezenfektekirin û şert û merc li gorî vîrûsê bên avakirin. Her wiha dema girtiyan dibin nexweşxaneyan divê maşîneyên rîngê bên dezenfektekirin. Her wiha divê bi pergalî derbarê rewşa girtiyan de agahî bên dayîn."
 
'Divê şandeyek bê avakirin'
 
Parlamenter Zuleyha destnîşan kir ku di serî de li Îmraliyê û hemû girtîgeh din li gorî standartan tedbîr bên girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her wiha derbarê tedbîran de divê ji parêzer, rêxistinên mafên mirovan û nûnêrên hikûmetê şandeyek bê avakirin û li girtîgehan lêkolîn bên destpêkirin. Nêzîkatiya hikûmetê ya li hemberî girtiyên siyasî di nava civakê de bû sedema bertekên tund."